Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Pensîlvanyayê ya Amerîkayê di êrişeke bi çekan de 3 polîs hatin kuştin.
Li gorî nûçeya The New York Timesê, li herêma York Countyê ya eyaleta Pensîlvanyayê di êrişeke bi çekan de 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî bi giranî birîndar bûn.
Rayedaran ragihandin ku bûyer bi dema herêmî saet 14:10an de qewimiye.
Li gorî agahiyan, dema ku polîs ji bo şopandina lêpirsînekê diçûn herêmeke çolter gule li wan hatine reşandin.
Rayedaran diyar kir ku êrişkar ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin û her du polîsên birîndar jî li nexweşxaneyeke nêzîk tên dermankirin û rewşa wan giran e.
Wezîra Dadê ya Amerîkayê Pam Bondi jî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir, piştî ku li York Countyê gelek polîs hatin gulebarankirin, karmendên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) li cihê bûyerê piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê yên herêmî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse