Clan del Golfoyê 15 polîs û 12 leşker kuştin

30-04-2025
Nîşan Clan del Golfo Kolombiya Polîs Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro ragihand ku di operasyonên li hemberî rêxistina “Clan del Golfo”yê yên di du hefteyên dawî de 15 polîs û 12 leşker hatine kuştin.

Petro di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de agahiyên li ser operasyonên li hemberî Clan del Golfoyê parve kirin.

Petro destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê “operasyonên serkeftî” pêk anîne û diyar kir ku di pevçûnan de 15 polîs û 12 leşker hatine kuştin.

Petro navên polîs û leşkerên kuştî parve kirin û wiha got:

"Qirkirineke sîstematîk li ser zarokên gel dikin. Em dê bi paş ve venekişin û operasyonên li hemberî rêxistina sûcan zêde bikin.

Ji bo wan ti rêya rizgariyê nîne: Yan dê dev ji çalakiyên xwe yên neqanûnî berdin û di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de beşdarî bipêşvebirina herêman bibin yan jî dê hevpeymaniyeke global were avakirin ji bo tunekirina Clan del Golfoyê.

Em dê bigihêjin heta hevalbendên wan ên li Dubaiyê."

Clan del Golfo

Ev rêxistin bi navê Xweparêzvanên Gaitanîst yên Kolombiyayê (AGC) jî tê naskirin.

Serokê wê Dairo Antonio Usugayê ku bi navê "Otoniel" tê naskirin, 24ê Çiriya Pêşîn a 2021ê di operasyoneke hevbeş a leşker û polîsan de hatibû girtin.

Clan del Golfo piştî ku hinek komên paramîlîter ên rastgir ên tundren sala 2006an çekên xwe danîn pêk hat.

Li gorî texmînan herî kêm 1000 endamên wê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst