Zelenskyy û Trump du caran axivîn: Ev demeke diyarker e

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Vladimir Putin Volodymyr Zelenskyy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wî û Serokê Amerîkayê Donald Trump du caran bi rêya telefonê axivîne.

Serokê Ukraynayê ji ser hesabê xweyê X de diyar kir ku Trump beriya ku bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re biaxive, bi wî re gotûbêj kiriye û paşê jî careke din bi wî û çend rêberên Ewropayî re axiviye.

Volodymyr Zelenskyy: "Ev demeke diyarker e. Cîhan niha dikare bibîne ka gelo rêberên wê bi rastî dikarin agirbestê misoger bikin û aştiyeke rastîn û mayînde pêk bînin."

Zelenskyy diyar kir ku di her du axaftinan de jî wî ji Trump re piştrast kiriye ku Ukrayna amade ye ji bo agirbesteke bêmerc û da zanîn ku heta ku Rûsya êrişên xwe ranewestîne, divê dorpêçên nû li dijî wê werin sepandin.

Serokê Ukraynayê eşkere kir ku ew amade ne rasterast bi Rûsyayê re dan û standinan bikin û got:

"Min careke din tekez kir ku Ukrayna amade ye bi Rûsyayê re di her formatekê de ku encamê bide, rasterast dan û standinê bike. Em hemû cihên pêkan dinirxînin, ji wan Tirkiye, Vatîkan û Swîsre."

Zelenskyy tekez kir ku divê Ewropa û Amerîka di van dan û standinan de cih bigirin û got ku girîng e Amerîka ji dan û standinan venekişe.

Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku eger Rûsya şer bidomîne, pevguhertina dîlan red bike û "daxwazên ne-rastîn" bike, wê demê hewce dike ku Amerîka û Ewropa dorpêçên li ser Rûsyayê zêdetir bikin.

Putin û Trump bi telefonê axivîn: Dan û standinan 2 saet û 5 deqeyan dewam kir

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Uşakov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ji bo asayîkirina pêwendiyên dualî nîşan dane.

Uşakov diyar kir ku dan û standina di navbera her du serokan de 2 saet û 5 deqe dewam kiriye û di fezayeke samîmî û avaker de pêk hatiye.

Uşakov eşkere kir ku serokan çareseriya pevçûna li Ukraynayê û pêvajoya dan û standinên ku rasterast di navbera Rûsya û Ukraynayê de tên meşandin gotûbêj kirine û wiha domand:

“Ji aliyê me ve, rola erênî ya Trump û nûnerên rêveberiya Amerîkayê hat qeydkirin ku bandor kir li ser vegerîna Kievê ya dawiyê li ser masa dan û standinan.

Dan û standinên de pêwendiyên dualî yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî hatine nirxandin.

Her du aliyan jî piştgiriya xwe ji bo asayîkirina zêdetir a van pêwendiyan anîn zimên. Di vê mijarê de pevguhertina welatiyên her du welatan jî hat gotûbêjkirin.

Ev çalakiyeke girîng a mirovî ye. Çalakiyên bi vî rengî di mehên borî de çend caran pêk hatin.”

Trump: Axaftina min û Putin pir baş bû

Donald Trump diyar kir ku axaftina wî ya telefonî ya Vladimir Putin re pir baş bû û destnîşan kir ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de dan û standin dê di demeke nêz de dest pê bikin.

Trump ji hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Social de derbarê axaftinê de daxuyaniyek belav kir.

Trump wiha got: "Min axaftina xwe ya du saetan a bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re temam kir.

Ez bawer dikim pir baş derbas bû. Rûsya û Ukrayna dê tavilê ji bo agirbestê û ya girîngtir jî bidawîanîna şer dest bi dan û standinan bikin."

Trump got: "Ruh û awayê axaftinê ne asayî bû. Eger ne wisa bûya, min dê paşê bigota."

Trump destnîşan kir ku Rûsya dixwaze piştî ku ev "gola xwînê" bidawî bibe, ew bi Amerîkayê re bazirganiyeke mezin bike û ew jî bi vê yekê razî ye.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku piştî axaftina xwe ya bi Putin re, berê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyyre û paşê jî bi serokên Ewropayî re axiviye.

Donald Trump da zanîn ku Vatîkan ku ji aliyê Papa Leo yê 14emîn ve tê temsîlkirin, jî dixwaze mazûvaniya dan û standinan bike û wiha got: "Bila pêvajo dest pê bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst