Hewlêr (Rûdaw) - Zilamekî 38 salî xwe wekî jinekê da nasîn û bi nasnavê "Sister Hong" bi hezar û 691 mêran re raza.
"Sister Hong" ev cotbûn bi awayekî bêdestûr tomar kirin, piştre li ser înternetê firotin û pê pere qezenc kirin.
Skandala ku li bajarê Nanjingê yê Çînê qewimî, li seranserî welêt dengekî mezin veda.
"Sister Hong" li ser platformên medyaya civakî bi nasnameyeke sexte bi gelek mêrên ku hîn nehatine tespîtkirin re raza.
Zilamê ku ev kêlî bi dizî tomar kirin û li ser înternetê firotin hat girtin.
Li gorî agahiyên ku The Economic Timesê ji rayedaran wergirtine, gumanbarê bi navê Jiao, bi makyajeke giran, kincên jinan û perûkan xwe wekî jinekê da nasîn û li ser sepanên cuda yên hevaltiyê mêr nas kirin.
Tê gotin ku Jiao, ji xwendekaran heta pisporan û heta welatiyên biyanî jî gelek kes xistibûn nava tora xwe.
Jiao piştî ku mêr vexwendibûn mala xwe, bi kamerayên veşartî têkiliyên zayendî tomar dikirin.

Kesên zebeş û rûnê xwe rakirin çûn ber deriyê wî
Polîsan diyar kir ku gumanbar di komên taybet ên ku bi navê "Sister Hong" ava kiribûn de vîdeo bi 150 yuanî (nêzîkî 21 dolarê Amerîkî) difirotin.
Her çend heta niha mîqdara qezenca wî nehatiye diyarkirin jî lê teqez bûye ku wî dahateke neqanûnî bi dest xistiye.
Li aliyê din, li gorî îdiayên ku li ser medyaya civakî belav bûn Jiao bi zêdetirî hezar û 600 kesî re ketiye têkiliyê û ew kêlî tomar kirine.
Lê belê rayedaran diyar kir, ev hejmar dibe ku zêde be û heta lêpirsîn neqede dê hejmara fermî parve nekin.
Jiao ji mêrên ku 'dihatin serdana wê' pere nedixwest lê hinekan ji wan wekî 'nîşana niyeta baş' xwarin dibirin malê.
Di nava dîmenan de mêrên ku bi xwarinên wekî rûn, vexwarin û zebeşan dikevin malê bal kişand.

"Bûyera Nianjing Sister Hong" bu trend
Bûyer li Çînê bi navê "Bûyera Nianjing Sister Hong" li ser medyaya civakî bû trend û tenê di nava çend rojan de gihîşte zêdetirî 200 milyon dîtinan.
Dema parodiyên ku bi bûyerê henekê xwe dikin û fîltreyên rastiya zêdekirî belav bûn, belavbûna zelal a dîmenên mexdûran pêleke duyemîn a mexdûriyetê bi xwe re anî.
Hinek kes ji hêla hevjînên xwe ve an jî derdora xwe ya nêzîk ve hatin naskirin ku ev yek jî bû sedema krîzên malbatî yên giran.
Li ser zêdebûna fikaran Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Nanjingê (CDC) îdiayên derbarê nexweşiyên bi rêya zayendî ve girêdayî bûyerê ne piştrast kir û ne jî derewand.
Lê belê ji bo kesên ku di bin rîska potansiyel de ne şopandinên tenduristiyê yên belaş hatin destpêkirin.
Jiao 5ê Tîrmehê bi fermî hat desteserkirin.
Ew bi gelek sûcan re rû bi rû ye ku di serî de hilberandin û belavkirina naveroka bêedeb û her wiha binpêkirina mafên kesane tên.
Li aliyekî bandorên civakî yên bûyerê didomin, li aliyê din rayedar hem ji bo rakirina naverokan û hem jî ji bo nirxandina îşaretên derbarê bûyerê xebatên xwe didomînin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse