Welatên xwedî hêza herî mezin a wesayîtên zirxî diyar bûn

19-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wesayîtên Zirxî Amerîka Global Firepower
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke nû ya "Global Firepower"ê welatên xwedî fîloyên herî mezin ên wesayîtên zirxî yên cîhanê eşkere kirin.

Amerîka bi ferqeke mezin di rêza yekem de ye û li pey wî welatî Hindistan û Çîn tên.

Di lîsteya 10 welatên herî mezin de Tirkiye, Îran û Yunanistan jî cih digirin.

Amerîka li lûtkeyê ye

Amerîkayê bi 391 hezar û 963 wesayîtên zirxî mohra xwe li lîsteyê xist.

Di envantera Amerîkayê de bi hezaran wesayîtên Stryker, Bradley û MRAPê û her wiha 4 hezar û 640 tankên sereke yên şer ên M1 Abrams hene.

Hindistan di rêza duyem de ye

Hindistan bi 148 hezar û 594 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û 4 hezar û 201 tankan di rêza duyem de ye.

Bingeha fîloya Hindistanê ji tankên sereke yên şer ên wekî T-72 û T-90 ên Rûsyayê çêkirine pêk tê.

Ji bo piştgiriya mekanîze jî tankên xwemalî yên wekî Arjun û wesayîtên şer ên piyadeyan ên BMP-2 tên bikaranîn.

Çîn di rêza sêyem de ye

Çîn bi 44 hezar û 17 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û 6 hezar û 800 tankan di rêza sêyem de ye.

Di fîloya Çînê de tankên sereke yên şer ên wekî Tip-96 û Tip-99 û her wiha wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan ên ZBD-04 cih digirin.

Rûsya di rêza çarem de ye

Rûsya xwedî 137 hezar û 277 wesayîtên zirxî ye. Ji van 131 hezar û 527 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan e û 5 hezar û 750 jî tank in.

Di fîloya wî welatî de bi giranî modelên T-72, T-80 û T-90 li gel wesayîtên şer ên piyadeyan ên BMP-3 û wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan ên modern ên BTRyê hene.

Fransa di rêza pêncem de ye

Fransaya ku di rêza pêncem de ye, xwedî 110 hezar û 932 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û 215 tankan e.

Welat ji bo erkên xwe yên li Ewropa û derveyî welat tankên sereke yên şer ên Leclerc, wesayîtên şer ên piyadeyan ên VBCI û wesayîtên zirxî yên personelê yên VAB bi kar tîne.

Welatên din ên di lîsteyê de

Almanya: Bi 83 hezar û 556 wesayîtên zirxî di rêza şeşem de ye. Di envantera wî welatî de jî 296 tankên sereke yên şer ên Leopard 2 hene.

Îtalya: Bi 73 hezar û 480 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û 200 tankên sereke yên şer ên Ariete di rêza heftem de ye.

Îran: Bi 65 hezar û 825 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û hezar û 713 tankan di rêza heştem de ye. Piraniya tankên wê yên Sovyetê ne lê tankên xwemalî yên wekî Zulfîkar jî hene.

Tirkiye: Bi 61 hezar û 173 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û 2 hezar û 238 tankan di rêza nehem de ye. Di envantera wê de tankên sereke yên şer ên Leopard 2A4 û M60 hene.

Yunanistan: Li Yunanistanê 61 hezar û 888 wesayîtên zirxî yên veguhastina personelan û hezar û 344 tank hene ku piraniya wan Leopard 2 û Leopard 1 in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst