New York (Rûdaw) – Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Olabî ragihand ku hikûmetê derbarê bêrêziya leşkerên Sûriyeyê ya li hemberî termê şervaneke jin lêpirsîn daye destpêkirin.
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Olabî li New Yorkê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah bersivandin.
Îbrahîm Olabî di civîna çapemeniyê de derbarê rewşa mirovî ya Kobaniyê, îdiayên firara girtiyên DAIŞê û binpêkirinên mafan ên li Helebê pirsên Rûdawê bersivandin.
Bêrêziya li hemberî termê şervana jin
Di dema operasyona li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de, dîmenên ku leşkerên Sûriyeyê termê şervaneke jin a Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ji avahiyeke bilind davêjin xwarê û bêrêziyê lê dikin, bûbû sedema bertekên tund.
Îbrahîm Olabî li ser mijarê wiha got:
"Hikûmeta Sûriyeyê her tim berpirsyarî girtiye ser xwe û dema xeletiyek hatibe kirin bi Neteweyên Yekbûyî re bi hevahengî xebitiye.
Di operasyoneke wiha aloz de ku 150 hezar sivîl lê hene, çêbûna tenê binpêkirineke têkildarî termekî, nîşan dide ku operasyonên me çi qasî bi dîsîplîn û hûrgilî tên birêvebirin.
Derbarê vê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin."
Olabî tohmetên ku dibêjin ji ber operasyonên artêşa Sûriyeyê girtiyên DAIŞê ji girtîgehan reviyane red kir û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi “şantajê” tohmetbar kir.
Olabî got, "Girtîgehên DAIŞê di bin kontrola HSDyê de bûn.
Ji ber vê yekê divê hûn ji wan bipirsin bê çima derî hatine vekirin û cih hatine terikandin.
Em niha bi hevpeymanên xwe re dixebitin ku rewşê dîsa bixin bin kontrolê."
“Me av û elektrîka Kobaniyê qut nekiriye”
Nûnerê Sûriyeyê îdiayên xelkê Kobaniyê ku dibêjin hikûmeta Sûriyeyê av û elektrîk qut kiriye besivand û ev yek red kir.
Olabî got, "Ev ne tiştekî wisa ye ku me kiribe. Em rewşê dişopînin da ku berdewamiya hemû xizmetguzariyan misoger bikin."
Wî mînaka Reqayê da û îdia kir, "Niha ji ber ku walî li wir e, li Reqayê di dîrokê de cara yekem 24 saetan elektrîka bê navber heye."
Vegera Kurdan
Îbrahîm Olabî vegera Kurdan a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê piştî êrişê jî nirxand û îdia kir:
"Vegera Kurdan îsbat e ku ew ji hikûmetê natirsin. Berevajî vê, ew ji awayê birêvebirina operasyonê û nîzama ku hatiye dabînkirin gelekî razî ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse