Hewlêr (Rûdaw) - Civîna wezîrên karên derve yên Îran, Brîtanya, Fransa û Almanyayê dest pê kir û di civînê de Ewropiyan ji Îranê re got, “Yan vegerin maseya dan û standinan an jî Îsraîl dê hemû tesîsên atomî tune bike”
Wezîrên karên derve yên Îran, Almanya, Fransa û Brîtanyayê dê şerê Îran û Îsraîlê û destpkirina dan û standina bernameya atomî ya Îranê gotûbêjan dikin.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li Cenevreyê ye û da zanîn ku bernameya atomî ya Îranê û pevçûnên ku bi êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kirine dê bên gotûbêjkirin.
Zinar Şîno eşkere kir ku welatên Ewropayî dixwazin Îranê razî bikin da ku dîsa vegere ser maseya dan û standinê û eger Îran venegere dan û standinan dê êrişên Îsraîlê li ser Îranê berdewam bikin.
Civîna Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Ereqçî, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û şandeyên pê re, li otelekê li Cenevreyê berdewam dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ereqçî, beriya hevdîtinê li Tehranê ji televîzyona dewleta Îranê re axivîbû û ev gotin gotibûn: "Em, Amerîkayê di êrişa li ser Îranê de wekî hevkar û şirîkê Îsraîlê dibînin.
Heta ku êrişên rejîma Siyonîst didomin, Amerîka daxwaza dan û standinan dike û çend caran peyam şandine. Heta ku êriş nesekinin, dan û standin nabe mijara gotinê."
David Lammy peyama Amerîkayê aniye
Zinar Şîno eşkere kir ku wan ji tîma dîplomasiyê ya Ebas Eraqçî xwestiye ku piştî civînê di konferansa rojnamegeriyê de bersivê bide pirsên rojnamegeran.
Li gorî zanyariyên Zinar Şîno Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy doh bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya û peyama Amerîkayê ya ji bo Îranê jî dê ji şandeya Îranî re bê eşkerekirin.
Nûçegihanê Rûdawê Şîno ragihand ku Ewropiyan ji şandeya Îranê re tekez kiriye ku heger venegerin dan û standinan Îsraîl navenda atomî ya Fordoyê jî di nav de dê hemû tesîsên atomî yên Îranê tune bike.
Macron: Pêşniyar dê ji Îranê re bên ragihandin
Li aliyê din, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî gotibû ku Barrot dê li Cenevreyê bi hevkarên xwe yên Ewropî û Îranî re bicive û di hevdîtinê de dê pêşniyara dan û standinên dîplomatîk û teknîkî yên derbarê mijara atomî de ji Îranê re bê ragihandin.
Wezîrê Alman Wadephul jî beriya hevdîtina ku dê li Cenevreyê ji radyoya MDRê re axivî û got, "Ez gelekî kêfxweş im ku bi hevkarên xwe re li Cenevreyê van hevdîtinan bi rê ve dibim û hêvî dikim em dê serkeftî bin.
Ji ber ku dan û standinên dîplomatîk her tim ji pevçûnên leşkerî baştir in."
Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz jî ji rawestandina şerê Îran û Îsraîlê bi telefonê axivîn.
Li gorî zanyariyên Zinar Şînor di axaftina telefonî de şerê Îran û Îsraîlê, pêwendiyên dualî û mijarên herêmî hatin nirxandin û her du welatan biryar daye ku ji bi rê li ber şerê bigirin û bi hev re hareket bikin.
#VÎDEO - ❝Yan vegerin maseya dan û standinan an jî Îsraîl dê hemû tesîsên atomî tune bike❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 20, 2025
🛑 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî çû Cenevreyê
🛑 Ewropiyan çi ji Eraqçî xwest❓
🛑 Civîn çima li otelekê tê kirin❓
🎙️ Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno: Ewropiyan ji Eraqçî re… pic.twitter.com/x0CLSWZ9wY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse