Putin û şêwirmendê Xamineyî li ser bernameya atomî ya Îranê axivîn

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Rûsya Vladimir Putin Elî Larîcanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê Elî Larîcanî bernameya atomê ya Îranê gotûbêj kiriye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Larîcanî "rewşa aloz a Rojhilata Navîn û mijara bernameya atomê ya Îranê" ji Serokê Rûsyayê re nirxandine.

Peskov her wiha got ku Putin "helwesta naskirî ya Rûsyayê ya derbarê rêyên aramkirina rewşa herêmê û çareserkirina siyasî ya pirsa bernameya atomê ya Îranê" ji Larîcanî re ragihandiye.

Pêwendî nêzîkî mehekê piştî rawestandina şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de hat.

Li aliyê dina, çavkaniyeke dîplomatîk a Alman ji Ajansa France Pressê re gotiye ku Brîtanya, Fransa û Almanya dixwazin dest bi gera nû ya dan û standinan a bi Îranê re bikin.

Hevdem, medyaya Îranê belav kir ku Tehran razî bûye bi sê welatên Ewropî re dest bi gotûbêjên atomê bike.

Hefteya borî, Rûsyayê nûçeyeke medyaya Amerîkayê şermezar kir ku tê de hatibû gotin, qaşo Putin ji Îranê xwestiye ku dev ji dewlemendkirina uranyumê berde da ku bi Amerîkayê re li hev bike.

Welatên rojava û Îsraîl, Îranê bi hewldana çêkirina bombeya atomê tometbar dikin.

Lê Tehran bi berdewamî vê tometê red dike û dibêje, armanca wê tenê hilberandina enerjiya elektrîkê û ceribandinên zanistî û bijîşkî ye.

Nakokiya sereke ya di navbera Îran û Amerîkayê de li ser dewlemendkirina uranyumê ye.

Tehran tekez dike ku mafê wê ye di nav axa xwe de vî madeyî zengîn bike, Waşington jî vê yekê wekî "xeta sor" bi nav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst