Putin li Kremlînê soza alîkariyê da Îranê

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Ebas Eraqçî Rûsya Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Kremlînê pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Îranê kir û êrişên li ser wî welatî weke "destdirêjiyeke bêhincet" bi nav kir.

Putin her wiha soz da ku ew ê "hewlên xwe ji bo alîkariya gelê Îranê" bi kar bînin. Di beramber de, Wezîrê Karên Derve yê Îranê spasiya helwesta Rûsyayê kir.

Di destpêka hevdîtinê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, "Helwesta Rûsyayê derbarê aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de bi temamî zelal e û di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hatiye behskirin."

Putin got, "Vê destdirêjiya bêhincet a li dijî Îranê ti bingeheke wê nîne" û tekez kir ku welatê wî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yebkûyî jî helwesta xwe diyar kiriye.

Serokê Rûsyayê hevdîtin wekî "derfetek ji bo dîtina çareseriyekê ji bo rewşa niha ya Rojhilata Navîn" bi nav kir û got:

"Em dê hewl bidin alîkariya gelê Îranê bikin û ji bo dîtina çareseriyekê bi hev re kar bikin."

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî ragihand ku ev hevdîtin di rewşeke hestiyar û girîng a herêmê de pêk tê û got:

"Asta aloziyan ji ber destdirêjiya bêhincet a rejîma Îsraîlê û paşê jî ya Amerîkayê bi xwe, bilind dibe."

Eraqçî tekez kir ku welatê wî li hemberî êrişên Îsraîlê di rewşa parastina rewa de ye û got:

"Em spasiya helwestên Rûsyayê yên di şermezarkirina van êrişan de dikin û Rûsya li ser aliyê rast ê yasayên navneteweyî rawestiyaye."

Ev hevdîtina dîplomatîk di demekê de ye ku îro Tehran û Kerec rastî zincîreyeke êrişên berfireh hatin.

Di wan êrişan de, çend cihên girîng hatin armanckirin, di nav de Zindana Evînê û gelek baregehên leşkerî.

Piştî êrişa Amerîkayê ya li santralên nukleerî yên Îranê, berpirsên payebilind ên Îranê, di nav de Serokê Parlamentoyê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, gefa bersiveke "poşmanker" xwar û ragihand ku parlamento ji bo rawestandina hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomê re kar dike.

Hevdîtina Eraqçî û Putin di vê dema hestiyar de, hewleke dîplomatîk a Îranê ye ji bo berhevkirina piştgiriya navneteweyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst