Amerîkayê kesek û du kompanya ji ber Îranê ceza kirin

20-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Gencîne (Darayî) ya Amerîkayê ragihand, wan kesekî Îranî û 2 kompaniyên ku li Îmaratê kar dikin, bi sedema hevkariya li gel hêla esmanî ya Mahan Air a Îranê xistine di lîsta dorpêçên xwe de.

Li gor daxuyaniya wê wezaretê, kompaniyên Parsia Cargo û Delta Partsî ku li Îmaratê çalak in, ji ber ku kereste û alîkarî dane hêla esmanî ya Mahan Airê, hatine sizadan.

Steven Mnuchen di daxuyaniyekê de dibêje, “rejîma Îranê Mahanê wek alavekê bo belavkirina acendaya xwe ya wêranker li cîhanê bi kar tîne, acendaya xwe bo rejîmên gendel ên Sûriye û Venezuelayê û komên terorîstî li seranserê Rojhilata Navîn dişîne.”

Amerîka dibêje, Mahan Air ser bi Supaya Pasdaran ve ye û çekan ji bo Supayê vediguhêze.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “her kesek serederiyê li gel dezgeheke terorîstî ya Îranê bike, em dê ceza bikin.”

Koşka Spî jî ragihand, di zûtirên dem de Donald Trump dê mekanîzma vegerandina dorpêçên navdewletî bo ser Îranê çalak bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst