Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser pêvajoya dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de got, “Armanca dawî agirbestek e ku dê rê li ber aştiyê veke.”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di vekirina Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê de ku di çarçoveya dan û standinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi mazûvaniya Tirkiyeyê tê lidarxistin, axivî.
Hakan Fîdan diyar kir ku ew ji bo gera sêyemîn a hevdîtinên rasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de li hev civiyane û armanca wan ew e ku “vî şerê bi xwîn ê ku berdêla wî gelekî giran e” demildest bi dawî bînin.
Fîdan spasiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir ku ji bo pêkanîna van hevdîtinan îrade nîşan daye.
Her wiha spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku piştgiriyê dide pêvajoyê û spasiya hemû serkirdeyên din ên ku rasterast an nerasterast piştgirî daye dan û standinan kir.
“Tirkiye ji roja yekem ve hewleke mezin dide”
Fîdan tekezî li ser wê yekê kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serkirdeyek e ku bi salan e li herêma tijî şer “meşaleya aştiyê” hildigire û da zanîn:
“Tirkiye ji roja yekem ve ji bo pêkanîna aştiya Rûsya-Ukraynayê di bin serokatiya xwe de hewleke mezin dide.”
Fîdan bi bîr anî ku di 2 gerên dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de encamên girîng hatine bidestxistin û anî zimên ku ew bi kêfxweşî dibînin ku pevguhertinên dîlan ên heta niha ji aliyê civaka navneteweyî ve ji ber encamên xwe yên mirovî hatine ecibandin.
“Armanca dawî, agirbesta ku dê rê li ber aştiyê veke”
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku daxwaza wan di gera sêyemîn a dan û standinan de ew e ku alî li ser memorandumên ku soz dane, şêwirên esasî û encamgir pêk bînin û da zanîn:
“Armanca dawî, bê guman agirbestek e ku dê rê li ber aştiyê veke.”
Fîdan diyar kir ku dîplomasî pêvajoyek e lê ev pêvajo tenê dema ku di gaveke nû de destkeftiyên berbiçav zêde bike û bi awayekî erênî bi pêş bikeve, watedar dibe.
Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye her dem amade ye ku erkê dikeve ser milê wê ji bo bipêşxistina pêvajoyê li gorî lihevkirina aliyan bi cih bîne û wiha pê de çû:
“Dema ku li ser agirbestê têgihiştinek çêbibe, di çarçoveya mekanîzmeya çavdêriyê de jî binesaziya me ya pêwîst heye.
Em dikarin di birêvebirina pevguhertinên dîlan de li ser bingeheke metodolojiyeke birêkûpêktir jî bibin alîkar.
Ji bo dan û standinên Stenbolê, derfeta me heye ku em nîşanî hemû cîhanê bidin ku dîplomasî û diyalog di misogerkirina aştiyê de ji şer û çekan bi bandortir in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse