Li Washingtonê 2 karmendên Balyozxaneya Îsraîlê hatin kuştin

22-05-2025
Nîşan Washington Balyozxaneya Îsraîlê Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du karmendên Balyozxaneya Îsraîlê li nêzîkî muzexaneya Cihûyan a li Washingtonê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, dema ku her du karmend ji çalakiyeke li Muzexaneya Cihûyan a Washingtonê derdiketin, hatin gulebarankirin.

Çavkaniyan ji hevkarê BBCyê re got ku bûyer wekî êrişeke biarmanc xuya dike.

Li gorî agahiyan, dema bûyerê gelek karmendên Balyozxaneya Îsraîlê beşdarî çalakiya muzexaneyê bûne.

Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê Kristi Noem li ser Xê nivîsî:

"Du karmendên Balyozxaneya Îsraîlê îşev li nêzîkî Mûzexaneya Cihûyan a li Washingtonê bi awayekî hovane hatin kuştin.

Ji kerema xwe re ji bo malbatên qurbaniyan duayan bikin. Em dê vî faîlê xirab bigihînin edaletê."

“Derbaskirina xeta sor e”

Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon bûyer wekî "kiryareke terorîzmê ya antisemîtîk a xirab" bi nav kir û got:

"Zererdana dîplomatan û civaka Cihûyan derbaskirina xeta sor e.

Em piştrast in ku rayedarên Amerîkayê dê li dijî berpirsên vê kiryara sûcdar gavên xurt biavêjin."

Li gorî medyaya herêmî, kuştî jinek û mêrek in lê navên wan nehatine eşkerekirin.

Donald Trump daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya platforma Truth Socialê ev êriş şermezar kir û got:

“Ev kuştinên ku bi eşkereyî xwedî xisleta antisemîtîk in divê niha rawestin!

Li Amerîkayê ti cih ji bo nefret û tundreviyê tune.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst