Koşka Spî: Trump bi Netanyahu re axivî

22-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Donald Trump Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê derbarê dan û standinên atomî yên Îranê û kuştina du karmendan Konsolxaneya Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axivî.

Berdevka Koşka Spî Caroline Leavittê got, “Trump û Netanyahu gotûbêjeke berhemdarane kirine.”

Leavitt behsa wê yekê jî kir ku dan û standinên derbarê bernameya atomî ya Îranê jî bi rêyeke rast diçin.

Di van demên dawî de li ser bernameya atomî ya Îranê di navbera Trump û Netanyahu nakokî hebûn.

" Her du serokan behsa gelek tiştan kir"

çWashington dixwaze bi rêya dan û standinan bi Tehranê re bigihêje peymanekê lê Îsraîl dixwaze Amerîka ber bi bi vebijêrka leşkerî ve bibe.

Berdevka Koşka Spî Leavittê got: "Wan behsa gelek tiştan kir, di nav wan de, bûyera trajediya teqîna doh şev a li Washingtonê jî hebû."

Şeva borî 2 karmendan Balyozxaneya Îsraîlê li Washingtonê di teqînekê de hatin kuştin

Caroline Leavittê got, “Wan behsa peymana çaverêkirî ya bi Îranê re jî kir ku serok pê bawer e bi rêyeke rast diçe."

Biryar e Îran û Amerîka roja înê carekê din li Romayê gotûbêjan bikin. Heta niha çar gerên dan û standinê hatine kirin.

Berdevka Koşka Spî di berdewamiyê jî de got, “Serok di wê baweriyê de ye bidawîkirina vê peymanê bi Îranê re dikare bi du rengî be.

Dikare ji bo çareseriyeke dîplomatîk dawî be û gelekî erênî be, yan jî dikare ji bo Îranê rewşeke gelekî xirab be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst