Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Benueyê ya Nîjeryayê di êrişeke bi çekan de 3 polîs hatine kuştin û 7 polîs jî hatine revandin.
Berpirsê Pêwendiyên Gêl ê Polîsan Benjamin Hundeyin di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ji aliyê kesên çekdar ve li herêma Aguyê ya girêdayî eyaleta Benueyê êrişî polîsan hatiye kirin.
Hundeyin da zanîn ku di êrişê de 3 polîs hatine kuştin û 7 polîs jî hatine revandin.
Hundeyin ragihand ku hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin û derbarê êrişê 6 gumanbar hatine desteserkirin.
Nîjerya di demên dawî de li herêmên cuda yên welêt rastî êrişên çekdaran û her wiha rêxistinên wekî Boko Haram û ISWAPê (şaxa DAIŞê ya Afrîkaya Rojava) tê.
Li welêt her çend cezayê revandinê îdam be jî gelek caran bûyerên revandina ji bo fidyeyê rû didin.
Kesên çekdar û endamên çeteyan bi giştî li bakurê welêt gund, dibistan û rêwiyan dikin hedef û fidyeyê dixwazin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse