Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara rastgir a tund a Fransayê Marine Le Pen, hikûmeta welatê xwe û civaka navneteweyî bi tundî rexne dike ku piştgiriyê nadin Kurdan.
Seroka Partiya Eniya Niştimanî (RN) dibêje, ew şervanên Kurd ên ku bi "wêrekî" li dijî DAIŞê şer kir, niha ji aliyê hikûmetên Rojavayî ve tenê hatine "terikandin" û paşguhkirin.
Le Penê di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî ya Xê de Macron rexne kir ku li Qesra Elyseeyê çend berpirsên bilind ên Sûriyeyê pêşwazî kirine ku berê "cîhadî" bûn.
Le Penê Serokkomarê Fransayê bi "dayîna rewayetiyê bi Îslamîzmê" tohmetbar kir û ev bûye sedema berdewamiya çewisandina pêkhateyan li Sûriyeyê.
“Kurdên me dimirin”
Le Penê nivîsî, "Kurd dimirin, ew Kurdên ku bi wêrekî pêşengiya şerê li dijî terorîstên DAIŞê kir, bi awayekî tirsonekana hatine terikandin û civaka navneteweyî jî rûyê xwe badide."
Le Pen dipirse: "Mirov dikare li ser Emmanuel Macron çi bibêje ku careke din bi awayekî trajîk têk çû? Ew kesê ku bi lez xalîçeya sor ji serokê xwesepandî yê Sûriyeyê re raxist; cîhadiyekî ku paşxana wî di nav DAIŞ û El Qaîdeyê de hebû."
“Berpirsyariyeke giran”
Siyasetmedarê biryarên dîplomatîk ên hikûmeta welatê xwe wekî sedema zererê ya li Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê dîtin û got:
"Serokkomar bi dayîna rewayetî û rêzê bi Îslamîzmê, îro berpirsyariyeke giran a çewisandina kêmîneyên Sûriyeyê digire ser milê xwe."
Ev daxuyaniyên Le Penê piştî êrişên çend hefteyên borî yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatin.
HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevpara sereke ya Koalîsyona Navneteweyî bû.
Roja sêşemê agirbestek hat ragihandin da ku êrişa li ser Hisîça û Kobaniyê were rawestandin û çar roj ji HSDyê re hatin diyarkirin da ku planekê ji bo tevlîkirina şervanan a nav artêşa Sûriyeyê pêşkêş bike. Ev dem sibe diqede.
Vê yekê li cem Kurdan tirs çêkiriye ku xweseriya herêmên Kurdistanî ji dest bidin.
Rexneyên Le Penê nîşaneya nîgeraniyeke berfirehtir a di nav dostên Kurdan û beşek ji çavdêrên navneteweyî de ye ku bawer dikin piştî lawazbûna DAIŞê pêşîniyên stratejîk ên Rojavayê guherîne, bi vê yekê şervanên Kurd bi lawazî û îzolasyona siyasî ve hatine hiştin.
Li beramberî vê yekê, hikûmeta Macron berê wekî beşek ji stratejiyeke berfirehtir a ji bo Sûriyeyê, parastina piştgiriya hêzên Kurdan kiriye û ragihandiye ku Fransa hevpeymanên xwe bi tenê nahêle û daxwaza beşdariya Kurdan di gotûbêjên navneteweyî yên li ser paşeroja Sûriyeyê de kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse