Moskow (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku destpêkirina dan û standinên Rûsya û Ukraynayê ya li Vatîkanê ne vebijêrkeke baş e.
Sergey Lavrov diyar kir ku Vatîkan nikare bibe platformek ji bo dan û standinên di navbera welatên Ortodoks de lewra ev yek ne maqûl e.
Papayê nû yê Vatîkanê Leo XIV behsa xwestek û amadebûna xwe ji bo lidarxistina civîneke wiha kiribû.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku mijar ne tenê cih û dema civînê ye lê beşdariya nûnerên du welatên Ortodoks li ser platformeke Katolîk e.
Lavrov di wê baweriyê de ku mazûvaniya Vatîkanê ya ji bo dan û standinên ji bo wê bi xwe jî dê ne pir bi baş be.
Li aliyê din, rojnameya Wall Street Journalê jî diyar kir ku gera din a dan û standinên di navbera Kîev û Moskowê de dikare nîvê hezîranê de li Vatîkanê pêk were.
Li gorî rojnameyê eger Moskow Vatîkanê wekî navbeynkar qebûl bike, civîn dikare hefteya bê pêk were.
Kremlînê diyar kir ku heta niha di vê mijarê de ti lihevkirin nîne.
Yekem dan û standinên rasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê ji sala 2022yan vir ve 16ê Gulana 2025an li Stenbolê pêk hatin.
Li gorî agahiyên medyayê, Rûsya hêvî dike ku dan û standinên teknîkî li Tirkiyeyê bidomîne.
Amerîka: Medinsky meşînin dan û standinan
Di heman demê de, li gorî medyaya Amerîkayê Rêveberiya Koşka Spî ji Moskowê xwestiye ku Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Medinsky neşîne dan û standinên bê yên bi Ukraynayê re.
Washington di wê baweriyê de ye ku Medinsky di pêvajoya dan û standinan de nûnertiya "xeta hişk" dike.
Medinsky 16ê Gulanê li Tirkiyeyê di dan û standinên bi Ukraynayê re serokatiya heyeta Rûsyayê dikir.
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov jî serokatiya heyeta Kîevê dikir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse