Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybaniyê ku ji bo beşdariya civînên 80emîn ên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re parvekirinek kir.
Şeybanî diyar kir ku ew ji ber hevdîtina bi Rubio re kêfxweş e û ragihand ku wan li ser rêyên xurtkirina pêwendiyên Sûriye-Amerîkayê gotûbêj kiriye.
Şeybanî da zanîn ku wî di civînê de tekezî li ser rakirina cezayan û piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê ya di qonaxa jinûveavakirin û bipêşketinê de kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî got:
"Her wiha me li ser derfetên hevkariya stratejîk a di warên siyasî, ewlehî û aboriyê de û rêyên bipêşxistina pêwendiyeke hevseng a ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê dike û beşdarî dabînkirina aramî û bextewariyê li Sûriye û herêmê dibe, axivîn."
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê doh di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şerê ku ji bo beşdariya civînên 80emîn ên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, bi Wezîrê Karên Derve Rubio re civiyaye û wan gelek mijarên dualî û herêmî ku di nav de rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê û gotûbêjkirina aramiya Sûriyeyê jî hebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse