Îrlanda: Me biryar daye ku em derfetekê bidin hikûmeta Sûriyeyê

23-09-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Îraland Simon Harris Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris ji Rûdawê re ragihand ku eger Sûriye çaksaziyan neke, Yekîtiya Ewropayê dikare cezayan ji nû ve li ser bisepîne.

Harris ku di heman demê de Wezîrê Karên Derve û Parastinê ye, diyar kir ku wan derfet daye hikûmeta nû.

Simon Harris ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re li Neteweyên Yekbûyî got, "Em di asta Yekîtiya Ewropayê de li gel birêvebirya nû ya Sûriyeyê dixebitin."

"Derfet daye hikûmeta nû"

Simon derbarê sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê got:

"Me hinek biryarên têkildarî kêmkirina cezayan dane da ku em rê bidin hikûmeta nû ku pabendbûna xwe ya bi reforman nîşan bide û derfetekê bidinê."

"Mekanîzmaya vegerandina cezayan heye"

Berpirsê Îrlandî hişyarî da got, “Eger Sûriye çaksaziyan neke, mekanîzmaya vegerandina cezayan heye û em bi mejiyekî vekirî li ser hemû van pirsan gotûbêjê dikin.

Em dê bi rêya Yekîtiya Ewropayê vî tiştî bikin."

Cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Sûriyeyê

Yekîtiya Ewropayê sala 2011an ceza li ser Sûriyeyê sepandibûn, piştî ku hikûmeta Beşar Esed dest bi serkutkirina xwepêşandanên wî welatî kir.

Cezayên dorpêça li ser sektora petrolê, sînordarkirina sektora bank û veguhestinê, qedexekirina hinartina wan kelûpelên ku dikarîn ji bo serkutkirinê sûd jê were wergirtin, li xwe digirt.

Bi sedan kesayetî û sazî jî rastî qedexeya geştê û cemidandina çavkaniyên xwe hatibûn.

Yekîtiya Ewropayê sala 2025an û piştî guherîna desthilatê li Sûriyeyê, arasteya kar û siyaseta xwe guherand û meha sibatê sînordariyên li ser sektorên enerjî, veguhestin û bankê rawestand, her wiha di meha gulanê de piraniya cezayên aborî bi temamî rakirin.

Yekîtiya Ewropayê dibêje, sivikkirina cezayan bi merc e û eger Sûriye ji gavên xwe paş de vegere, dibe ku biryar were betalkirin.

Pirsa Namo Ebdullah û bersiva Simon Harris wiha ye:

Namo Ebdullah:  Hûn piştgiriya damezrandina dewleta Filistînê dikin. Gelo helwesta we derbarê daxwaza Kurdan a ji bo xwerêveberiyê li Sûriyeyê çi ye? Li wê derê hikûmeteke nû ya Îslamî heye û Kurd daxwaza desthilateke nenavendî dikin. Helwesta Îrlandayê di vî warî de çi ye?

Simon Harris: Em di asta Yekîtiya Ewropayê de li gel birêvebiriya nû ya Sûriyeyê kar dikin. Eşkere ye, me derbarê kêmkirina dorpêçan hin biryar dane da ku em rê bidin hikûmeta nû ku pabendiya xwe ji bo reforman nîşan bide û şansekê bidin wê. Di heman demê de, mekanîzmaya me ya snapbackê (vegerandina dorpêçan) di vê mijarê de heye. Em bi mijiyeke vekirî li ser van hemû mijaran gotûbêjan dikin. Em vê yekê bi rêya Yekîtiya Ewropayê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst