Serokê berê yê Mossadê eşkere kir: Arşîva nukleerî ya Îranê çawa hat dizîn?

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Yossi Cohen Mossad Îran Nukleer Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yossi Cohen di pirtûka xwe ya nû de hûrgiliyên dizîna arşîva nukleerî ya Îranê û kuştina zanayê nukleerî Muhsîn Fexrîzade eşkere kirin.

Serokê berê yê Saziya Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) Yossi Cohen di pirtûka xwe ya bi navê "Şûrê Azadiyê: Îsraîl, Mossad û Şerê Bidizî" de behsa operasyona dizîna arşîva nukleerî ya Îranê ya sala 2018an kir ku wekî yek ji operasyonên herî mezin ên dîrokê tê qebûlkirin.

Cohen diyar kir ku biryara dizîna arşîva nukleerî ya Îranê sala 2016an hatiye dayîn û ev yek encama xebateke sîxuriyê ya 10 salan e ku di nav Îranê de hatiye meşandin.

Cohen da zanîn ku sîxurên Mossadê di nav sîstema desthilata Tehranê de bi cih bûne û gihîştine xalên herî hestyar.

"Ne tenê teknolojî, mirov jî hebûn"

Cohen bersiva îdiaya Îranê ya "Îsraîlê sîxur bi kar neanîn, bi teknolojiyê ket hundir" da û piştrast kir ku di operasyonan de hişê çêkirî û teknolojiya bilind hatine bikaranîn lê rola sereke ya mirovan bû.

Yossi Cohen li ser operasyonê got:

"Ne mimkûn e ku operasyonên Îsraîlê yên li Îranê bêyî hêmana mirovî bi ser bikevin.

Me heta di dilê reaktora Natanzê de ku 8 metre di binê erdê de ye jî sîxur bi cih kirin.

Heta, zanayên nukleerî yên ku li wir dixebitîn jî haya wan jê tunebû ku kesê li kêleka wan sîxur e."

Şeva operasyonê: 6 demjimêr û 29 xulek

Li gorî agahiyên ku Cohen dane, operasyon şeva 31ê Kanûna Paşîn a 2018an hat kirin.

Tîma taybet a Mossadê dema hîn bû ku rayedarên Îranê amadehiyê dikin ku arşîvê bibin cihekî din, operasyon zû da destpêkirin.

Hûrgiliyên operasyonê dişibe senaryoyên fîlman.

Cohen diyar kir ku vînceke 6 metreyî, amûrên taybet ên ku şîfreyên 32 qaseyên pola vedikin û kamyon ji bo revê hatine bikaranîn.

Operasyon saet 22:00yan dest pê kir û diviyabû beriya saet 07:00an ku nobedarên sibehê dihatin biqediya.

Tîmê saet 04:59an karê xwe qedand û ji cihê bûyerê dûr ket.

Hemû pêvajo zindî ji navenda operasyonê ya li Tel Avîvê hat şopandin.

55 hezar belge û 183 dîsk (bi giştî zêdetirî 100 hezar belge) hatin bidestxistin.

Bi taybetî belgeyên bi koda "sor" û "reş" ku asta wan a metirsiyê bilind bû hatin standin.

“Karesateke neteweyî”

Cohen behsa panîka li Îranê ya piştî operasyonê kir û anî ziman:

"Me bihîst ku Xamineyî ev yek wekî karesateke neteweyî dîtiye.

Bi deh hezaran hêzên ewlehiyê li tîma me ya 25 kesî geriyan lê kes nedîtin."

Hat diyarkirin ku van belgeyan paşê di biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji peymana nukleerî ya bi Îranê re de roleke diyarker lîstiye.

Kuştina Fexrîzade: Çeka 1 tonî ya bi hişê çêkirî

Di pirtûkê de li ser kuştina navê sereke yê bernameya nukleerî ya Îranê Muhsîn Fexrîzade ya sala 2020î de jî agahiyên balkêş hene.

Cohen diyar kir ku cihê Fexrîzade bi saya sîxurekî ku wekî alîkarê wî dixebitî hat tesbîtkirin.

Hûrgiliyên teknîkî yên suîkastê jî balê dikişînin.

Çekeke otomatîk a makîneyî ya bi giraniya 1 tonî ku bi hişê çêkirî (AI) dixebite û bi bişkoka ji dûr ve tê kontrolkirin hat bikaranîn.

Çek parçe parçe ji rêyên cuda derbasî Îranê hat kirin û li ser kamyonetekê hat bicihkirin.

Dema Fexrîzade bi wesayîta xwe ya bêzirx diçû konvoy hat hêdîkirin.

Çeka ku ji Tel Avîvê dihat birêvebirin, 15 gule li Fexrîzade xistin.

Hevjîna wî ya li kêleka wî birîndar nebû û piştî suîkastê kamyonetê xwe îmha kir.

Cohen tekez kir ku hemû ev operasyon beşek in ji stratejiya Îsraîlê ya ji bo rêlibergirtina Îranê ku nebe xwedî çeka nukleerî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst