Dusseldorf (Rûdaw) - Li Danîmarkayê ji bo kesên ku dixwazin fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî bibin pirtûkek hat weşandin
Pirtûka bi navê “Fêrî Kurdî bibe” ya pirtûkeke nû ya Deniz Berxwedan e ku van rojan hatiye weşandin.
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Deniz Berxwedan ku bi karên xwe yên zanistî yên li ser Kurdan û çanda Kurdî tê naskirin, pirtûkeke taybet bi zimanê Danîmarkî weşandiye ku bi temamî ji bo hînkirina zimanê Kurdî hatiye terxankirin.
Ev pirtûka fêrbûna Kurdî li Danîmarkayê hatiye weşandin, ji bo cara yekem bi awayekî zanistî û metodên nû, derfeta fêrbûna zimanê Kurdî ji wan kesan re peyda dike ku tenê zimanê Danîmarkî dizanin.
Ev berhem ne tenê ji bo Kurdên nifşê duyem û sêyem girîng e ku têkiliya wan bi zimanê dayik û bavê xwe re lawaz bûye, belkî ji bo hemwelatiyên Danîmarkî jî ku ji fêrbûna zimanekî nû hez dikin girîng e.
Pirtûk naverokeke dewlemend û bikêr dihewîne ku gelek tiştên girîng û pêwîst di jiyana rojane de li xwe digire.
Metoda xebata pirtûkê li ser wê bingehê hatiye damezirandin ku zimanê Kurdî bi rêya zimanê Danîmarkî fêr bike, ev yek jî gelek hêsankariyan ji bo fêrxwazan çêdike.
Pirtûk ne tenê aliyê teorîk ê fêrbûna zimên li ber çavan digire lê tekeziyê li ser praktîzekirin û bikaranîna zimên di rewşên cuda yên jiyana rojane de jî dike vê yekê jî wer kiriye ku pirtûk ji bo kesên ku dixwazin fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî jî bibin, gelek bi mifadar be.
Deniz Berxwedan bi awayekî berdewam li ser babetên Kurdî kar dike û dinivîse. Karên wî di warê lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdan û çanda Kurdî de navê wî wek lêkolînerekî bihêz daye naskirin.
Ev pirtûka nû jî dîsa desthilata wî li ser babetên Kurdî û hezkirina wî ji bo zimanê Kurdî diyar dike.
Ev gav di demekê de ye ku civaka Kurdî li Danîmarkayê hewcedarî amrazên parastina ziman û çanda xwe ye, gelek caran kurdên nifşê nû li rûdaw ji ber nebûna serçavên guncav û metodên pêwendîdar bi hundirê wan welatan ve, nikarin bi awayekî baş fêrî zimanê Kurdî bibin.
Pirtûka Deniz Berxwedan bi arastekirina vê pirsgirêkê, gaveke girîng e ji bo parastina zimanê Kurdî di nava civaka Kurdî ya Danîmarkayê de, her wiha vê pirtûkê derfeteke baş jî ji hevwelatiyên Danîmarkayî û neteweyên din re peyda kiriye ku bixwazin ziman û çanda Kurdî nas bikin.
Niha pirtûk li bazarên Danîmarkayêl berdest e û kesên ku li wir dijîn dikarin bi asanî bikirin, ev pirtûka ku bi zimanê Danîmarkî hatiye nivîsandin, deriyekî nû ji bo wan kesan vedike ku berê derfeta wan a xwendina çavkaniyeke profesyonel û metodî ji bo fêrbûna zimanê Kurdî nebû.
Ev cure karên ku ji aliyê kesayetiyên Kurd ve tên encamdan, girîngiyeke wan a zêde di parastin û geşepêdana zimanê Kurdî de heye, pirtûka Deniz Berxwedan nimûneyeke baş e ji bo wan hewldanên ku tên kirin ji bo ku zimanê Kurdî wekî zimanekî zindî û berfireh bimîne.
Ev gav kesên din jî ku li cihên cuda yên cîhanê kar dikin teşwîq dike, gavên wisa bavêjin û beşdarî parastina gencîneya zimanî û çanda Kurdî bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse