Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Mala Tirkan a li New Yorkê civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di çarçoveya Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, hevdîtinên xwe yên bi serok û berpirsên welatan re didomîne.
Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Erdogan li Mala Tirkan a li New Yorkê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyaye.
Hat ragihandin ku di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bûne.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de pêwendiyên dualî yên Sûriye û Tirkiyeyê û mijarên herêmî hatine gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan di civînê de diyar kiriye ku ew bi hêvî ne dorpêç û cezayên li ser Sûriyeyê di demeke nêzîk de werin rakirin.
Erdogan her wiha tekez kiriye ku Tirkiye bi awayekî erênî nêzîkî hemû hewldanan dibe ku bingeha wan yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye.
Erdogan her wiha ji Ehmed Şer re gotiye ku pêwîst e Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêbendî Peymana 10ê Adarê bibe û Tirkiye hemû pêşhatên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku ew dê di piştgiriya xwe ya Sûriyeyê de berdewam bin.
Biryar e Serokkomarê Tirkiyeyê roja pêncşemê li Koşka Spî hevdîtineke taybet bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî pêk bîne.
Ev cara yekem e ku Trump di serdema xwe ya duyem a serokatiyê de dê li Koşka Spî Erdogan pêşwazî bike.
Trump di serdema xwe ya yekem a serokatiyê de 2 caran li Koşka Spî mazûvaniya Erdogan kiribû.
Tê payîn ku ji bilî pêwendiyên dualî û mijarên bazirganî û veberhênanê, dosyeya Sûriyeyê jî yek ji rojevên sereke yên civîna Erdogan û Trump be.
#WÊNE - Erdogan û Şer civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 24, 2025
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya pic.twitter.com/HOIkOm689K
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse