Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal da rojnamevaneke Brîtanî

25-02-2023
Bijar Başqalî
Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal da rojnamevaneke Brîtanî
Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal da rojnamevaneke Brîtanî
Nîşan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal dide rojnamevana Brîtanî Isobel Yeung.

Isobelê 36 salî ye. Ji sala 2014an û vir ve, bi rêya belgefîlmên xwe hin doz û mijarên germ û hestyar ên cîhanê rûmal kir xasma şer û qirên, jenosîd, girtinên bêserûber û gendelî.

Vê xatûna nûçegihan li ser karên xwe gelek xelatên cîhanî wergirt wek du xelatên Emmy. Isobelê vêga ji Tora VICE News a amerîkî re dixebite.

Yeung spasiya Rûdawê dike

Li hember dayîna xelatê, Isobel spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê dike û dibêje "Ji bo min şanaziyeke pir mezin e ku ez vê xelata Şîfa Gerdî ji bo rojnamegera salê werdigirin. Karkirin û çûna li ser şopa keseke behremend nola Şîfa Gerdî şanaziyeke mezin e."

Desteya dadwerî ya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ku her sal xelatê dide yek ji jinên rojnameger ku ji bo karên xwe rastî astengî û zehmetiyan tên, li hember karên wê yên diyar û tijî metirsî Yeung wek xelatgira îsal destnîşan kir.

Xatûna rojnamevan ji bo amadekirina belgefîlmên xwe yên vekolîner û veguhastina bûyeran, xwe ji çûna bo deverên xofdar nedaye alî. Efxanistan, Yemen, Reqaya Sûriyê, parêzgehên cuda cuda yên Iraqê, Lîbya û eniyên pêşin ên şerê Ukrayna û Rûsyayê hin ji wan cihan e ku Yeung li wan kar kiriye.

Yeung her wiha hewl daye ku bi rêya karê xwe balê bikşîne ser pirsên civakî yên girêdayî jinan xasma maf û rola jinan li welatên xizan û paşketî.

Endamê desteya dadwerî ya xelata Şîfa Gerdî Rob Beynon dibêje ku Yeung "Di karê xwe de bi taybetî balê dikşîne ser rola jinan û zehmetiyên ku li deverên hevrikiyan rastî wan tên."

Pêşkêşkirina Xelata Şîfa Gerdî her sal 25ê Sibatê di merasîmeke taybet de û bi beşdariya berpirsên bilind ên navxweyî û navdewletî li Hewlêrê tê sazkirin, lê îsal merasîm nehat lidarxistin.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdî di daxuyaniyekê de dibêje "Mixabin, cîhan di rewşeke nearam de ye. Vê rewşa nearamiyê karê rojnamevanan jî metirsîdartir û dijwartir kir. Ji ber vê yekê, Komîteya Xelata Şîfa Gerdî û Tora Medyayî ya Rûdawê nikarîbûn îsal merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gardî li dar bixin, bi sedema mijûlbûna xelatgira îsal a xelata Şîfa Gerdî bi karkirina li ser êş û janên şêniyên navçeyên şer û niha li navçeyeke metirsîdar kar dike."

Young piştî wergirtina xelatê ji mala xwe li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê di peyameke vîdyoyê de got "Min pir û pir dixwest li wir bim da ez vê xelatê ji destê we werbigirim." Her wisa Isobel hevsoziya xwe ji bo qurbaniyên erdhejên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê nîşan dide û dibêje "Dilê min û bi rastî dilê hemûyan li nik wan kesan e ku bi sedema erdhejê ziyan giha wan an ziyan giha hezkiriyên wan. A ku li wir qewimî tiştekî pir dilhejên bû. Karê me wek rojnamevan dirustkirina hevsoziyê ye, dirustkirina têgihîştinê ye û ya herî giring jî rûmalkirina rastiyan e. Ez ji kûrahiya dilê xwe bi vî karî bawerdar im. Ez soz didim heta ez di vê pîşeyê de bim, ez ê li ser bicihanîna van karan berdewam bim."

 Karên Isobel Yeung

 Sala 2022, Yeung belgefîlmeke vekolîner a 44 xulekî li Efxanistanê bi navnîşana "Jiyan li Efxanistana Talîbanê" ji VICE Newsê re çêkir. Tê da balê dikşîne ser rewşa yasa û dadî ya Efxanistanê piştî vegera Talîbanê ser desthilata wî welatî, her wisa rewşa mafên jinan û krîza mirovî ya berdewam li wî welatî ku bûye sedema kêmbûna xwarin û pêdiviyên bijîşkî dişopîne.

Beynon li ser vî karê wê dibêje "Wê li dibistan, nexweşxane û malên asayî bi hevsozî, xemxwarî û mirovperwerî rûmal kir ku ev li gor desteya dadweriyê karekê pir balkêş e."

Di beşeke heman belgefîlmê de, Yeung dabaşa mijara leşkerkirina zarokên ku bavê wan di nav refên Talîbanê de hatin kuştin dike.

Her wisa gulana par, Isobelê belgefîlmek bi navê "Qonaxa bê ya şerê Rûsya li Ukraynayê" weşand. Di vê berhema 18 xulekî de, Isobel dihere Herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê û rewşa merivên sivîl di bin bomberdûman û topbaranê de dişopîne.

Di belgefîlmeke din de ku dawiya cotmeha sala borî dîsanê ji hêla VICE Newsê ve hat weşandinê, Isobel behsa rewşa derûnî ya Ukrayniyên ku ji ber şer tûşî nexweşî û stresa derûnî bûne dike.

Di belgefîlma "Şerê Ukrayna Ber bi Hilweşîneke Derûnî" ku dor 17 xulekan dirêj e, Isobel Yeung seredana saziyên tenduristiya derûnî ya Ukraynayê dike û ji nêz ve guh dide Ukrayniyên ku bi sedema şer di tirsa berdewam de dijîn an beşek ji endamên laşê xwe ji dest dane.

Endamê Desteya Dadwerî ya Xelata Şîfa Gerdî Adrian Wells dibêje ku Yeung "Bi taybetî bal kişand ser kesên ku ji hevrikiyê bibandor bûne. Karê wê sempatiyeke mezin nîşanî wan kesan daye ku li jêr rehma hin bûyerên li derveyî desthilata xwe ne."

Her di wê berhema xwe de, Isobel rewşa penaberên rojhilatê Ukraynayê û yên ku li deverên germ ên pevçûnan asê mane lêkolîn dike ku ev jî wek Wellsî qal dike "Heman ew çîrok e ku Şîfa ji bo cara dawîn li ser xebitî li ser penaberên ku sala 2017an ji şerê Mûsilê direviyan."

Bi nêrîna Rob Beynonî, şêwaza Isobelê ya rûmalkirina Ukraynayê "Dilovanî, mirovatî û nêzîkatiya ji xelkê nîşan da ku gelek kes bi tenê dikarin di xewnên xwe de bibînin."

Wergirtina du xelatên Emmy ji ber rûmalkirina Yemenê

Isobelê sala 2018an çû Edena Yemenê ji bo şopandina rewşa jinên Yemenê di dema şerê navxweyî de. Yeung di belgefîlma xwe ya bi navê "Jinên ku ji bo parastina Yemenê şer dikin" de hevdîtin li gel jinên şerker, mexdûrên şîdeta nav malê, jinên mêrên wan hatine kuştin û jinên xwepêşander pêk anî.

Wê her wisa guh dêra çîrokên wan keçên zarok ku li hember pereyan hatine zewicandin, fena Îmana 12 salî ku bavê wê ew li hember 420 dolarên amerîkî daye zilamekê ku temenê wî 3 caran ji temenê Îmana zaro mezintir e.

Dîsanê di wê belgefîlma kin de ku kanûna duyê ya sala 2020 de ji hêla VICE Newsê ve hat weşandin, Isobelê guh didêre wan zarokên kur ku Hûsiyan ew kirine leşker. Isobelê bi rêya wê belgefîlmê du xelatên Emmy wergirt.

Karkirina li Çînê

Sala 2019an, Yeung li herêma Xinjianga Çînê ku piraniya şêniyên wê misilman in, bi dizî belgefîlmeke nîv saetî bi sernavê "Misilmanên diyarnemayî yên Çînê" çêkir.

Di vê berhema xwe de ku hezîrana sala 2019an li VICE Newsê weşiya, rojnamevana vekolîner kampên ku hikûmeta Çînê ji bo çavdêrîkirina misilmanênn Uygur ava kirine lêkolîn kir. Di dema karkirina wê de, çend caran erkdarên Çînê rûbirûyî Isobelê bûn û tomarên kameraya wê ji aliyê polîs û hêzên ewlehiyê yên Çînê ve ji holê hatin rakirin.

Lê ev ne karê bi dizî yê tikîtenê ye ku Isobelê di ezmûna xwe de pê rabûye. Tîrmeha par, ji bo şopandina gendeliya hikûmeta Guyana û tevlêbûna hejmarek ji berpirsên wî welatî bi kompanyayên Çînî re, Isobel û produserê xwe di kincên sekreter û bazirgan de, kamerayên piçûk di bin kincên xwe de vedişêrin û diçin wî welatê Amerîkaya Başûr û gotinên hestyar ji berpirsên herî bilind ên hikûmeta Guyana û şîrketên Çînî vederxistin.

Karkirina li Iraq û Sûriyê

 

Hegemonyaya Îranê li Iraqê, mijara belgefîlmeke 15 hûrdemî ya Isobel Yeung e, ku kanûna duyem a 2020 ji hêla VICE Newsê ve hat weşandin. Isobelê di vî karê xwe de, ligel hêzên ewlekariya Besrayê diçe cihekî ku digirin ser komek qaçaxçiyên madeyên hişber. Xatûna rojnameger li ser jêder û bazirganiya madeyên hişber bi qaçaxçiyên girtî re diaxive. Her wisa ligel serkirdên siyasî yên Iraqê rûdine û behsa serdestiya Îranê li ser siyaset û rewşa ewlehiyê ya Iraqê dikin.

Yeung her wisa tevî Heşdî Şeibî diçe cihên ku şaneyên razayî yên DAIŞê lê hene.

Isobela rojnamenivîs du belgefîlm li ser Sûriyê jî amade kirine.

Di belgefîlma "Reqa piştî hilweşîna DAIŞê bi kêrî jiyanê nayê" de ku kanûna yekê ya 2019an hat çêkirin, rewşa sivîlên Reqayê ku di dema kontrolkirina bajêr ji aliyê DAIŞê ve rastî bêtar û jidestdana endamên malbatên xwe hatin, dişopîne.

Di belgefîlmeke xwe ya din de, bi sernavê "Li nêv Sûriyeya Esed"î Isobel Yeung sala 2017an rewşa Şamê û bajarên din ên di bin kontrola Beşar Esed de dişopîne, di demekê de ku şer li hemû eniyan bi komên çekdar re didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst