Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê starta demsala zivistanê hat dayîn. Li Navenda Pêşangehan a Sereke ya Rûsyayê (VDNKh), pîsta herî mezin a çêkirî ya Ewropayê kete xizmetê.
Bi hezaran şêniyên Moskowê û geştyar herikîn ser qeşayê.
Xwendekar Vîktor Yeryomîn got:
“Demeke gelekî dirêj e ku ez li benda vê bûm!
Min her tim li ser înternetê dişopand. Ji ber ku ez ji şemitîna ser qeşayê gelekî hez dikim.
Bi taybetî li ser vê pîstê, hem ji ber mezinahiya wê û hem jî cemeda li vir pir xweş e.
Spasiya tîma Pêşangeha VDNKhyê dikim ji bo karê wan.”
Karmenda balafirgehê Alyona Vorobyovayê jî diyar kir ku ew her sal li benda vekirina qadê dimîne û anî ziman:
“Zivistanan ez pir ji kaşûnê hez dikim. Ji bo min kaşûn di nav hemû şahiyan de di rêza yekem de ye.
Demsala zivistanê mirov dikare her roj nebe jî, di rojên bêhnvedanê de derkeve ser cemedê.
Ji rûniştina li malê baştir e ku mirov vê kêfxweşiyê hîs bike.”
Şaredariya Moskowê û birêvebiriya VDNKhyê çend meh in amadehiya vekirina qada cemedê dikirin.
Vekirina qadê her sal mîna cejnekê tê pêşwazîkirin.
“Zivistan, yek ji sembolên welatê me ye”
Alîkara Serokê Pêşangeha VDNKhyê Yelena Jûkê da zanîn:
“Zivistan, yek ji sembolên welatê me ye. Loma her kes li benda van çalakiyên zivistanê û şahiyên zivistanê ye.
Zivistan, her wiha Sersal e jî, her kes li benda mucîzeyan e, li benda diyarî û pîrozkirina Sersalê ya bi malbatî ne.
Qada me jî, ji bo pêşwazîkirina Sersalê cihê herî guncav e.
Jixwe, me ji bo Sersalê bernameyên cejnane amade kirine.”
Di meha Çiriya Paşîn de nebarîna berfê ji bo Rûsyayê, bi taybetî ji bo Moskowê rewşeke kêm tê dîtin e lê ev yek ne asteng e li pêşiya kêfxweşiya şemitîna ser cemedê.
Bloger Anna Belovayê got:
“Ez aşiqê zivistana Rûsyayê me. Jixwe aliyekî min ji Sîbîryayê ye.
Loma ez ji serma û cemedê hez dikim.
Îro min cilê Keça Berfê li xwe kiriye, lewma ez dixwazim hem dilê xwe şad bikim û hem jî, moraleke zivistanî bidim derdora xwe.”
Hezkirina Rûsan a ji bo şemitîna ser cemedê ji hobiyekê zêdetir, wekî şêwaza jiyanê ye.
Jixwe di werzişên zivistanê yên wekî hokey û patînaja hunerî de Rûsya li cîhanê her tim di nav lîderan de ye.
Endazyar Sergey jî anî ziman:
“Min îro biraziya xwe Sonya anî vê derê.
Ew ji bajarê Severodvînskê bi mêvanî hatiye Moskowê cem min.
Min xwest li vê qadê dilê wê xweş bikim.”
Xwendekar Sofyaya xelkê bajarê Severodvînskê jî got:
“Ez gelekî ji kaşûnê hez dikim. Min perwerdeya kaşûnê nedîtiye, ez bi xwe hîn bûme.
Şemitîna ser cemedê dil mirov xweş dike, morala mirov pê bilind dibe.
Bi taybetî di qadeke wiha de.”
Di çarçoveya merasîmê de bernameyeke dewlemend jî hatiye amadekirin.
Qada Cemedê ya VDNKhyê li ser erdekî 20 hezar metre çargoşe hatiye çêkirin.
Li Moskowê her sal dawiya meha Çiriya Paşîn bi sedan qadên cemedê tên vekirin û heta dawiya meha Adarê xizmetê didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse