Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku demên dawiyê tiştin bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hatine û ew “ji binî dîn bûye.”
Rûsya û Ukraynayê îro bi dronan êrişî paytextên hev kir.
Trump piştî van rûdanan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê rexne li Putin girtin.
Trump ku destnîşan kir ew bi Putin re demeke dirêj e pêwendiyên gelekî baş dimeşînin "Lê tiştek pê hatiye. Bi tevahî dîn bûye û bêyî ku hewce bike gelek kesan dikuje."
“Dê bibe sedema ketina Rûsyayê”
Trump diyar kir ku Rûsyayê bi mûşek û balafirên bêmirov "bê sedem" êrişî Ukraynayê kiriye û got:
"Min tim gotibû ku ew (Putin) hemû Ukraynayê dixwaze ne tenê beşekê jê.
Niha belkî ev rast derdikeve lê eger vê bike ev dê bibe sedema ketina Rûsyayê."
Trump ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî rexne kir got:
"Serok Zelenskyy bi vî awayî axaftinê ti qenciyê li welatê xwe nake.
Her tiştê ku ji devê wî derdikeve pirsgirêkan çêdike, ez ji vê yekê hez nakim, eger ew vê yekê bi dawî bîne baş dibe."
“Ev şerê Zelenskyy, Putin û Biden e”
Trump ku got ku eger şerê Rûsya û Ukraynayê di serdema wî ya serokatiyê de bûya dest pê nedikir got:
"Ev şerê Zelenskyy, Putin û Biden e. Ez tenê alîkariya vemirandina van agirên mezin û neşêrîn dikim ku bi kîn û nefretê hatine vêxistin."
Wezîrê Karên Navxwe yê Ukraynayê Igor Klimenko ragihandibû ku di êrişên ku doh leşkerên Rûsyayê bi mûşek û dronan li Ukraynayê kirine de 12 kes mirine û zêdetirî 60 kesî birîndar bûne.
Zelenskyy: "Rûsan bi nêzîkî 70 mûşek û nêzîkî 300 dronî êriş kir"
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku leşkerên Rûsyayê bi nêzîkî 70 mûşek û nêzîkî 300 dronî êrişî welatê wî kiriye.
Zelenskyy ku daxwaza xwe ya ji welatên alîgirên xwe ducare kir ku zextê li Rûsyayê bikin got:
"Bêdengiya Amerîkayê û bêdengiya yên din ên li cîhanê tenê cesaretê dide Putin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse