Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku her şerekî ku li dijî Îranê biqewime, dê demdirêj nebe, herwiha hêviya xwe tîne ziman ku negihîje wê radeyê ku şerê Îranê bikin.
Donald Trump ji medyaya welatê xwe re diyar kir: “Ez hêvî dikim ku şer neqewime, lê eger tiştekî biqewime, em di rewşeke gelek bihêz de ne.”
Trump di heman demê de red kiriye ku di egera rûdana şer de ji hêzên bejahî sûdê werbigre, destnîşan kiriye ku dê tenê hêzên esmanî bi kar bînin.
Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha li ser Twitterê ragihandibû ku "Serkirdeyên Îranê ti car ji gotinên xweş fêm nakin. Mixabin tiştê ku jê fêm dikin hêz û şiyan e. Amerîka jî bi cudahiyeke mezin xwedî hêza leşkerî ya herî mezin a cîhanê ye ku di nava du salên derbasbûyî de trilyonek û 500 milyar dolar têde xerc kiriye".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse