Ciwanên Mexribî reform û berdana girtiyan dixwazin

26-10-2025
Nîşan Mexrib Tevgera Nifşê Z 212 Reform
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanan Li Mexribê di xwenîşandanên bi pêşengiya "Tevgera Nifşê Z 212" de xwest ku di sîstemên perwerde û tenduristiyê de reform werin kirin, li dijî gendeliyê têkoşîn bê kirin û kesên ku di protestoyên berê de hatibûn desteserkirin werin berdan.

Roja şemiyê bi sedan ciwan li bajarên wekî paytext Rabat, Kazablanka û Tancayê li hev kom bûn û dirûşmên wekî "azadî ji girtiyan re" û "azadî, rûmet, edaleta civakî" berz kirin.

Tevgera ku wekî pêşengê protestoyên "Nifşê Zyê" tê dîtin, berê di navbera 27ê Îlonê û 9ê Çiriya Pêşîn de çalakî li dar xistibûn û paşê navber dabû.

Niha tevgerê ragihand ku dê xwenîşandan êdî her şemî û yekşem bên lidarxistin.

Hikûmetê piştî protestoyan lez daye projeyên reformê yên di warên tenduristî û perwerdeyê de û armanc dike ku ji bo daxwazên sereke yên protestoyan pêngavên berbiçav biavêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst