Dujarric: Tundiya li ser bingeha neteweyî ya li Sûriyeyê cihê dilgiraniyê ye

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî Rojavayê Kurdistanê Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku tundiya li ser bingeha neteweyî ya li Sûriyeyê cihê dilgiraniyê ye û ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Stephane Dujarric ragihand ku piştî agirbestê karwanekî alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî ketiye bajarê Kobaniyê.

Li aliyê din Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah pirsên derbarê tundiya etnîkî ya li dijî Kurdan û talankirinê ji Dujarric kirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

"24 barhilgirên alîkariyê ketin Kobaniyê"

Dujarric diyar kir ku roja yekşemê karwanekî alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî ku ji 24 barhilgiran pêk dihat û alîkariyên girîng hilgirtibûn, çû bajarê Kobaniyê.

Li gorî agahiyên Dujarric, karwan xwirek, pêdiviyên tenduristiyê, kel û pelên paqijiyê, pêdiviyên zivistanê, amûrên pêjgehê û gelek pêdiviyên curbicur ji bo zarokan gihandine bajêr.

Alîkarî ji aliyê UNFPA, UNICEF, Bernameya Xwirekê ya Cîhanî (WFP) û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û gelek hevkarên din ve hatibûn dabînkirin.

Av û sotemenî

Berdevkê Sekreterê Giştî da zanîn ku di karwanê de du tankerên sotemeniyê hebûn ji bo dagirtina Stasyona Avê ya Qereqozaqê û alîkariya vegerandina avê ji bo Kobaniyê û gundên derdorê.

Dujarric bi bîr anî ku ev yek piştî ragihandina agirbesteke 15 rojî hatiye kirin û got:

"25ê Kanûna Paşîn, hikûmeta Sûriyeyê vekirina du korîdorên mirovî yên ber bi Hisîça û Helebê ve ragihand.

Hikûmetê korîdoreke din li nêzîkî bajarokê Sirînê yê Helebê ragihand da ku xelk karibe ji herêmê derkeve ku eger bixwaze.

Tevî vê yekê, pênc penagehên demkî hatine avakirin, di nav wan de li bajarê Helebê, ji bo wan kesên ku biryar dane biçin wê derê."

Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah piştî daxuyaniyê ji Dujarric pirî, "Spas ji bo wan agahiyan li ser rewşa mirovî ya bajêr. Gelo tu dizanî ku elektrîk, av û înternet jî ji bo Kobaniyê vegeriyane?"

Stephane Dujarric wiha bersivand, "Mixabin ez nizanim, em dikarin hewl bidin ku vê yekê fêm bikin."

Pirsa li ser kuştina Kurdan û talankirina Qamişloyê

Namo Ebdullah bal kişand ser raporên derbarê tundiya li ser bingeha nasnameyê û wiha pirsî:

"Delîlên zêdetir hene ku wisa xuya dike tundiya li ser bingeha etnîkî li dijî sivîlên Kurd hatiye kirin. Rizgarbûyî dibêjin ku xizmên wan hatine kuştin piştî ku ji wan hatiye pirsîn gelo 'Kurd in an Ereb in'. Her ku bersiv dane ku 'Kurd in', yekser li wir hatine kuştin. Gelo te ev rapor dîtine?"

Dujarric li ser vê pirsê jî got, “Me raporên li ser tundiya li ser bingeha etnîkî dîtine ku gelekî cihê fikarê ne. Erka hikûmetê ye ku berpirsê bajar e, ji bo dabînkirina silametî û parastina hemû welatiyan bêyî cudahî.

Pêwîst e lêkolîneke hûrgulî were kirin û ev tiştek e ku em dişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst