Hewlêr (Rûdaw) - Şêniyekî bajarê Leipzigê yê Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku du kesan bi kêran êrişî ciwanekî Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê kiriye û ew bi birîndar kiriye
Hat ragihandin ku êrişkaran bi gotinên "Em dê Kurdan bikujin" û bi heqaretên li ser Kobaniyê êrişî wî ciwanî kiriye.
Şivanê ku xelkê Wana Bakurê Kurdistanê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hevalê wî yê bi navê K. şeva borî (26ê Kanûn Paşîn) li bajarê Leipzigê rastî êrişeke hovane hatiye.
Li gorî agahiyên ku Şivên dane, du kesên ku bi Erebî û Tirkî diaxivîn, bi kêran êrişî ciwanê Kurd kiriye û di êrişê de her du dest, mil û lingên wî birîndar bûne.
"Ji ber ku bi Kurdî axivîn"
Şivan diyar kir ku bûyerê saet 11:35an li stasyoneke sereke ya bajêr dest pê kiriye.
Dema ku Şivan û K. bi hev re bûne, bi zimanê Kurdî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kurdan axivîne.
Du ciwanên din guh daye axaftina wan û dema ku K. li tramvayê siwar bûye, ew jî li pey wî çûne.
"Gefên destdirêjiyê li dayîk û keçên Kobaniyê xwarin"
Dilşad E.yê ku hevalê wan e û li nexweşxaneyê seriyek daye K., hûrgiliyên bûyerê ji Rûdawê re eşkere kirin.
K. ji hevalên xwe re gotiye ku piştî ew li tramvayê siwar bûye, wan her du kesan bi Erebî, Tirkî û çend zimanên din dest bi heqaretan kiriye.
K. gotiye: "Wan heqaret li Kurdan û Mezlûm Ebdî dikir. Digotin 'Em dê destdirêjiyê li dayîk û keçên Kobaniyê bikin. Em dê Kurdan bikujin.'"
Bi kêra 30 santîmî êriş kirin
Ciwanê Kurd hewl daye xwe ji wan dûr bixe û gotiye ew pirsgirêkan naxwaze lê êrişkaran bi kêreke 30 santîmî êrişî wî kiriye.
Di encama êrişê de ciwanê 30 salî ji her du dest û lingên xwe birîndar bûye.
Hat zanîn ku tiliya wî ya beranî hatibû jêkirin lê bi neştergeriyê ducare hatiye dirûtin.
Her wiha êrişkaran xwestiye zikê wî jî birîndar bikin.
Êrişkarek hat girtin
Şivan diyar kir ku piştî bûyerê K. telefonî wî kiriye û ew çûye cihê bûyerê da ku di kar û barên wergerê yên bi polîsan re alîkariyê bike.
K. ji polîsan re gotiye ku wî ji êrişkaran re gotiye "Kamera we tomar dikin" û bi vî awayî ew tirsandine.
Hat ragihandin ku yek ji êrişkaran ku Erebê Sûriyeyê ye ji aliyê polîsan ve hatiye girtin lê yê din reviyaye.
Hevalên wî da zanîn ku niha ciwanê Kurd li nexweşxaneyê ye û rewşa wî baş e.
Polîsan jî ji medyaya Almanyayê re ragihandiye, ew kesê ku hatibû girtin 21 salî ye û bi eslê xwe Sûriyeyî ye lê pişt re serbest hatiye berdan.
Her wiha hat diyarkirin ku kesê duyem reviyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse