Dusseldorf (Rûdaw)- Rojnamevana Kurd Çîler Firtinayê diyar kir ku piştgiriya SPD û AfDyê ya ji bo rikberê Aymaz, pêşbirkê dijwartir dike lê serkeftin hîn jî mimkin e.
Rojnamevana navdar a Kurd Çîler Firtina, derbarê gera duyem a hilbijartinên şaredariya Kolnê de ji pêşkeşkarê Rûdawê Hêmin Ebdulah re axivî.
Firtinayê bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û rola berbijêra Partiya Keskan Bêrîvan Aymazê û banga piştgiriyê li Kurdên diyasporayê kir.
Rojnameger Firtinayê diyar kir ku her çi qas Bêrîvan Aymaz di gera yekem de serketî be jî, gera duyem pir zehmet e.
Wê sedema vê yekê bi hevbendiya li dijî Aymaz ve girêda û got ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Rastgir a tund (AfD) bangî dengderên xwe kirine ku piştgiriyê bidin berbijêrê SPDyê.
"Rikber xwedî ajandayeke hizbî ye"
Firtinayê xalên lawaz ên rikberê Bêrîvanê jî anî ziman û got, "Rikberê Bêrîvanê ne xwedî profîleke şexsî ye, belkî xwedî ajandayeke hizbî ye."
Wê her wiha amaje pê kir ku rikberê Aymazê piştgiriyê dide projeya tûneleke metroyê ya bi milyonan euroyî.
Rojnamegera Kurd got, "Partiya Keskan û bi taybetî Bêrîvan li dijî vê projeyê ne, ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêwîstiya me bi wan pereyan heye."
Kampanyayeke çalak û banga ji bo Kurdan
Firtinayê behsa kampanyaya Bêrîvan Aymaz a çalak kir û got, "Her roj panelek li cihên cuda yên bajêr tê lidarxistin da ku xelk biçin guhdariya wê bikin."
Wê diyar kir ku ev du hefteyên borî ji bo Aymazê gelekî zehmet bûn.
Çîler Firtinayê tekezî li ser rola girîng a Kurdên li Kolnê kir û got ku hejmareke mezin a Kurdan li bajêr dijîn û gelek ji wan xwedî nasnameya Almanî ne, lewma dikarin deng bidin.
Wê bangî Kurdan kir ku roja yekşemê biçin ser sindoqan û mafê xwe yê demokratîk bikar bînin.
Firtinayê hişyarî da û got, "Hinek kes difikirin ku şansê Bêrîvanê nemaye lê ev ne rast e. Em Kurd in û ji bo mafên xwe têdikoşin."
Rojnamegera Kurd di dawiya axaftina xwe de bangî her kesî kir ku bi cîran û xizmên xwe re biaxivin û wan ji bo dengdanê teşwîq bikin.
Wê got, "Tenê nasnameya wan bes e ji bo ku deng bidin. Bêrîvanê hemû Kurd kirine yek û hêviya me ew e ku li Kolnê baştir ji bo her kesî siyasetê bike."
#VÎDEO - Gelo Bêrîvan Aymaz dê bibe seroka Şaredariya Kolnê❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 26, 2025
🛑 Divê Kurd ji bo serkeftina Bêrîvanê çi bikin❓
🎙️ Rojnameger Çîler Firtina: Gera duyem a hilbijartinan dê gelekî zehmet be
🎙️ Çîler Firtina: Divê em heta kêliya dawiyê têbikoşin pic.twitter.com/6ctd6rTWHs
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse