Kesên tên vaksînkirin diyarî werdigrin

27-12-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya Îsraîl Vaksîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li dêrên Almanyayê û bazarên Harel Mall a li Orşelîma Îsraîlê, ji bo xelkê cihê vaksînkirinê hatiye vekirin. Kesê ku li wir vaksînê werbigre, ew dê diyariyekê jî bidest bixe.

Rêveberê Harel mallê Avi Shitrit got "Armanc ji vê pêngavê ew e ku vaksîn berdest be û xelk bikaribin bi asanî werbigrin. Pêdiviya xelkê bi randevûyên pêşwext nîne, her kes dikare bê vê derê û vaksînê werbigre."

Tehel keçeke ku temenê wê 9 salî ye, hatiye daku vaksînê werbigre û berfeşîr (ice cream) jî wek diyarî werbigre.

Keça Îsraîlî Tahel Barhak dibêje "Ez hatim daku vaksînê werbigrim, ez naxwazim nexweş bikevim. Gelekî ne êşiya, ez ji her kesekî re dibêjim, werin vaksînê werbigrin."

Heta niha 4.2 milyon kesan ji xelkê Îsraîlê ji hejmara giştê ku 9.3 milyon kes in, doza sêyemîn a vaksînê wergirtine, herwiha plan dike di rojên pêş de çaremîn doz bide kesên di ser 60 salî re.

Li bajarê Chemnitz ê Almanyayê jî, li dêra St Petri navenda vaksînkirinê hatiye vekirin, ji bo kesên oldar ên ku baweriya wan bi vaksînkirinê nayê, bi vî awayî vaksînê werbigrin.

Keşeyê Dêra St. Petri li Chemnitz Christoph Herbst "Di rewşeke wiha de, wek civaka kenîseyê em fikirîn ka dikarin çi bikin. Me dît berpirsayetî dikeve ser milê me û divê em jî li gor şiyanên xwe tiştekî bo civaka xwe bikin. Em ne pizîşk û ne pispor in, lê cih li cem me heye û kesên me yên xwebexş jî hene ku karîbûn çalakiyeke bi vî awayî saz bikin."

Li bajarê Chemnitzê yê wîlayeta Saksonyayê, heta niha tenê ji sedî 60.1ê xelkê vaksîna dijî Coronayê wergirtine, li beramber navçeyên din ên Almanyayê ku bi rêjeya ji sedî 70.8ê xelkê vaksîn wergirtine. Herwiha ev navçe yek ji bilindtirîn navçeyên pêketina bi Coronayê ye li Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst