Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ew gelekî bê hêvî kiriye û ji ber vê yekê ew dê dema 50 rojî ya ku ji bo agirbesta li Ukraynayê da bû wî kêm bike.
Trumpê ku ji bo serdana tesîsên xwe yên golfê li Skotlendayê bû, beriya hevdîtina bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re ji rojnamegeran re axivî.
“Zarokên li Xezeyê gelekî birçî xuya dikin”
Trump li ser pirsa "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu eşkere kir ku li Xezeyê birçîtî nîne. Hûn jî wisa difikirin?" wiha got, "Li gorî tiştên ku ez li televîzyonê dibînim, ez nikarim bêjim ku wisa ye, ji ber ku ew zarok gelekî birçî xuya dikin. Em gelek pere û gelek xwarinê didin. Welatên din jî niha dikevin dewrê."
Trump da zanîn ku divê welatên din jî ji bo alîkariya Xezeyê bikevin dewrê û diyar kir ku Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di hevdîtina wan a doh de jê re gotiye ku welatên Ewropayê dê alîkariya xwe "bi awayekî berbiçav" zêde bikin.
"Putin ez gelekî bêhêvî kirim"
Trump li ser pirsa derbarê Rûsya û Ukraynayê de jî diyar kir ku Putin ew gelekî bêhêvî kiriye û wiha axivî:
"Ez gelek caran bi Putin re axivim. Pêwendiya min a bi wî re gelekî baş bû lê me 5 caran, her carê belkî 4 caran nîqaş kir. Tu (Starmer) û ez te em gelek caran li ser vê mijarê axivîn û me digot qey me ev pirsgirêk çareser kiriye.
Me digot qey me gelek caran ev kar bi dawî kiriye lê paşê Serok Putin derket û dest bi avêtina roketan a li bajarekî wekî Kîevê kir û li xanîyekî kal û pîran yan cihekî din gelek kes kuştin.
Li kuçeyan term hene û ez dibêjim ev ne rêya rast e.
Ka em bibînin dê çi bibe. Ez gelekî bêhêvî bûm.
Serok Putin ez gelekî bêhêvî kirim. Ji ber vê yekê, divê em binêrin û ez dê dema 50 rojî ya ku min dabû wî kêm bikim çimkî ez jixwe dizanim dê çi bibe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump 14ê Tîrmehê ragihandibû, eger Rûsya di nava 50 rojan de bi Ukraynayê re li hev neke, ew dê baca li ser Rûsyayê ji sedî 100 zêde bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse