Bi daketina ava çemê Danubeyê re keştiya Naziyan hat dîtin

28-08-2022
RÛDAW
Bi daketina ava çemê Danubeyê re keştiya Naziyan hat dîtin
Bi daketina ava çemê Danubeyê re keştiya Naziyan hat dîtin
Nîşan Çemê Danube Keştiya Naziyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku asta ava çemê Danubeyê li Ewropayê kêm bûye, rojane parçeyên keştiyan û kelûpelên windabûyî têne dîtin. Li Sirbyayê keştiyeke Naziyan ku di dema şerê cîhanî yê duyem de binav bûye, di çemê Danubeyê de hatiye dîtin.

Bi van keştiyan, di şerê cîhanî yê duyem de Adolf Hitler gefa dagirkirina hemû Ewropayê dixwar.

Bi kêmbûna asta ava çemê Danubeyê ku duyemîn dirêjtirîn çemê Ewropayê ye, rojane parçeyên van keştiyên binavbûyî derdikevin holê.

Çemê Danubeyê ku di nav 10 welatên Ewropayê re derbas dibe, daketina asta ava wê li Romanyayê zêdetir diyar dibe.

Serokê Ofîsa Bendera Zimnicea Captain Radoi Lili Dorel got “Asta ava çemê Danubeyê daketiye. Ji Km 563ê heta 565ê herî û lîma binê avê derketiye ji derve, li wir keştî bi dûrê derbas dibin.”

Hişkesaliya bê wêneya Ewropa ku di nava 100 salên derbasbûyî de tiştek wisa çênebûye, 20 keştiyên şer yên Naziyên Almanya di rûbarê Danube de derxistine derve.

Di sala 1944ê bi sedan keştiyên şer yên Naziyan li gel pêşketina Yekîtiya Sovyetê binavbûne.

Hîn jî gelek ji wan çek û teqemeniyên wan jî di nav dene, lê hîn jî ya balkêş ziwabûna rûbarê Danubeyê ye.

Welatiyê Romanyayê Marcel dibêje “Min di jiyana xwe de ti caran nedîtiye ku asta rûbarê Danubeyê evqas dadikeve. Gelek daketiye. Ez zarok bûm, carekê hinekê daketibû, lê ne weke niha bû. Hişkesalî vê carê gelekî dijwar e.”

Çemê Danube duyemîn dirêjtirîn çemê Ewropayê ye, dirêjiya xwe 2,850 Km ye. Di nav 10 welat û 4 paytextên Ewropayê re derbas dibe. Niha ji ber hişkesaliyê ku zanyar vê wek guherîna keşûhewayê dibînin, 150 cm ava wê daketiye. Li hinek navçeyan keştiyên mezin dikevin rêzê ku bikaribin di vî rûbarî re derbas bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst