Ewropa ji bo Rûsyayê cezayên nû amade dike: ‘Wan Putin baş nas nekiriye’

28-09-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêneyê konferansê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Wêneyê konferansê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Ameîrka Rûsya Ceza
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Kremlînê daxwazên Washingtonê yên berdana Ewropayê ya hawirdekirina çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê, wekî gef bi nav kir û bi tundî red kir.

Yekîtiya Ewropayê paketa 19emîn a cezayan a li dijî Rûsyayê amade dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Yekîtiya Ewropayê xwestibû ku dev ji kirîna petrola Rûsyayê berde û tevlî cezayan bibe.

Li Rûsyayê di forûmeke aboriyê de ku tê de nûnerên hikûmet, karsaz û saziyên darayî amade bûn, berpirsên Rûs bandora cezayan nirxandin.

Serokê Yekîtiya Avakerên Rûsyayê û Parêzgarê berê yê Saint Petersburgê Vladimir Yakovlev got:

“Wan êdî 18 paketên cezayan û çend tedbîrên sînorker bi ser me de sepandine.

Eşkere ye ku ev tedbîr di radeyekê de ji bo aboriya Rûsyayê sûdmend bûne.

Lewma, me fêm kir ku divê em ji aboriya madeyên xam derbasî aboriya hilberîner bibin.

Rast e, gelek lêçûnên me ji bo şerê li Ukraynayê diçin lê çavkaniyên me yên xwezayî yên mîna daristan, petrol, gaz, zêr û çavkaniyên din ku bi qebareyên mezin in, derfetan didin ku em budçeya xwe tije bikin.”

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku paketa 19emîn a cezayan bi Washingtonê re hatiye hevrêzkirin û armanca wê ew e ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin neçar bike şerê li Ukraynayê rawestîne.

“Wan Serok Putin baş nas nekiriye”

Endamê Konseya Birêvebir a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rûsyayê Vladimir Gamza jî anî ziman:

“Her şêwazeke ambargoyê û tedbîrên sînorker ên ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û welatên din ve bi ser Rûsyayê de tên sepandin, bê guman bandoreke neyînî li ser aboriya me dikin.

Bi taybetî, cezayên li ser sektora çavkaniyên me yên binerdî yên mîna petrol û gazê, dê ziyaneke cidî bidin Rûsyayê.

Lê wan, Serok Putin baş nas nekiriye, tu zextên wan ên li ser aboriya me, bandorê li helwesta Putin nakin. Dema Putin biryarekê dide, ew heta dawiyê diçe.”

Li gorî navendên serbixwe yên analîza enerjiyê sala 2024an Yekîtiya Ewropayê bi qasî 21,7 milyar dolarî piştgiriya leşkerî daye Ukraynayê lê li hemberî wê, bi qasî 25,5 milyar dolarî petrola Rûsyayê kiriye.

Hat zanîn ku pakêta nû ya Yekîtiya Ewropayê, cezayên li dijî kirîna petrolê ji Rûsyayê di nav xwe de nagire.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî eşkere kir ku paketên bêhejmar ên Yekîtiya Ewropayê nîşan didin ku siyaseta cezayan êdî wateya xwe winda kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst