Hewlêr (Rûdaw) - "Lingê min werimî ye, bi Xwedê ez gelekî westiyayî me, destûrê jî nadin." Ev peyama dawî ya dengî ya Ebdullah e ku ji dayîka xwe re şandiye.
Tenê du demjimêran piştî vê peyamê, ew li eniyên şer ên Rûsyayê hat kuştin.
Ebdullah Selman Cibûrî, ciwanekî xelkê navçeya Kûtê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê ye.
Berê 3 mehan ew û çar hevalên xwe çûn Îranê û ji wir jî derbasî eniyên şer ên Rûsyayê bûn.
Bavê Ebdullah, Selman Cibûrî bi girî behsa bihîstina nûçeya kuştina kurê xwe dike.
Selman Cibûrî got:
"Mehdî telefonî kurê min ê din kir ku li gel wî ye.
Telefon da min û got 'Tu bavê wî yî?'. Min got 'Tu kî yî?'. Got 'Ez Mehdî me, Ebdullah kurê te ye?'. Min got 'Belê'.
Got 'Kurê te li daristanê hat hedefgirtin, li eniya pêş e.
Em dê wî bibin tabûrê parêzer jê re bigirin' û telefon girt."
"Xwest biçe Almanyayê"
Ehmed Riyaz, pismamê Ebdullah e û dibêje ku ew bi hêviya çûyîna Almanyayê bi rê ketiye û got:
"Wekî her ciwanekî dixwest biçe Almanyayê û bixebite.
Derketin û îmze kirin lê ew xapandin û birin Rûsyayê.
Telefonên wan jê standibûn, piştî 20 rojan name ji malê re şand ku ew di şer de ye."
Ebdullah wê salê ji dayîk bûbû ku rejîma Beasê hatibû rûxandin.
Temenê wî têra dîtina serdema Beasê nekir lê li eniyên şer ên welatekî din hat kuştin.
"Bi zewacê û pereyan dixapînin"
Husên Rayîdê hevalê Ebdullah behsa "dertefên" ku ji bo ciwanan tên danîn dike û anî ziman:
"Hinek aliyên diyarkirî li nav Îraqê hene ku ciwanan dixapînin.
Bi pere, zewaca bi keçên Rûs re, welatîname, erd û xaniyan ciwanan dibin.
Gelek ciwan bi vî awayî xapandin û niha di şer de ne."
Li gorî gotina Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, bi sedan Îraqî beşdarî şerê Rûsya û Ukraynayê bûne û wan ji bo vegerandina wan komîteyek ava kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse