Hewlêr (Rûdaw) - Heftenameya "Die Zeit"ê ya Almanyayê di raporekê de dibêje, Kurdên li Almanyayê bi tirs û fikar li rewşa Sûriyeyê dinêrin û dipirsin: "Çima Kurd li wir tên kuştin û welatên Rojavayî jî rê didin vê yekê?"
Siyasetmedar û çalakvanên Kurd ên li Almanyayê hişyariya ducarebûna senaryoya Komkujiya Şingalê didin û rexneyên tund li hikûmeta Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê digirin.
Duzen Tekkala ku ji dayîk û bavekî Kurd ê Êzidî ji dayîk bûye û bi salan e mafên mirovan diparêze, rewşê wekî "karesat"ê bi nav dike.
Tekkala 47 salî derbarê wê rewşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye got:
"Ne tenê guleyan li wan direşînin, cenazeyan jî xera dikin, guh û serê wan jê dikin û çavên wan derdixin.
Biker jî şanaziyê bi wê tundiyê dikin. Ev destxeta cîhadiyan e."
"Em vedigerin sala 2014an"
Ji bo Tekkalê, temaşekirina dîmenên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, wekî ducarebûna dîrokê ye.
Ew çalakvan diyar kir, ew hest dike ku vegeriyaye sala 2014an, dema ku DAIŞê li Başûrê Kurdistanê komkujî li dijî Kurdên Êzidî pêk anî û biland:
"Ji bo wan keçên Êzidî yên ku me ew anîne Almanyayê, nayê bawerkirin ku careke din komkujî rû bide, bi taybetî li hemberî Kurdan ku yekem hêz bûn rûbirûyî DAIŞê bûn."
Tekkal dipirse: "Çima hikûmeta Almanyayê bê deng e? Ev yek mirov diêşîne."
Rêxistina Hawar Helpê ya Duzen Tekkalê û çend rêxistinên din ji 6ê Kanûna Paşîn ve dest bi komkirina belge, wêne û vîdeoyên tawanan kiriye.
Lîsteyeke destpêkê ya qurbaniyan, navên Mihemed Hebîbê 82 salî, Fatime Hemadeya 11 salî û Helî Cewahîriya du salî li xwe digire.
Gef li Kurdên niştecihên Almanyayê tê xwarin
Die Zeit dinivîse: "Piştî Tirkan, Kurd duyemîn pêkhateya herî mezin a penaberan in li Almanyayê ku hejmara wan nêzîkî milyonek û nîvan e.
Niha ew ji dûr ve bi dilgiranî li rewşê dinêrin û bi rêya xwenîşandanan dengê xwe bilind dikin.
Tenê roja yekşema borî tê gotin ku bi dehan hezar Kurd li Berlîn, Hamburg û Munîhê daketine kolanan."
Ji ber wan helwestan, Kurdên niştecihên Almanyayê "rûbirûyî gefan bûne."
Duzen Tekkal dibêje, nameyên wekî "bimire bêbawer" jê re tên.
Ew çalakvan behsa wê yekê dike ku di vîdeoyekê de dîtiye cenazeyê şervaneke jin li Helebê ji serbanekî ve hatiye avêtin û dibêje: "Ew çêjwergirtina ji biçûkxistina jinan, kirêt e."
Tirsa wê ji wê yekê ye ku senaryoya kolekirin û destdirêjiya li ser zarok û jinan ducare bibe.

Siyasetmedar jî dilgiran in
Siyasetmedara Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Canan Canli ku bi eslê xwe Kurd e, bêdengiya hikûmeta Almanyayê ya li hemberî desthilatdarên nû yên Şamê wekî "xiyanet"ê bi nav dike û dibêje:
"Kurd gelekî mezin ê bêdewlet in û her tim gef li ser wan heye, lewma jin fêrî parastina xwe bûne."
Canli dibêje, navê keça xwe kiriye "Heval" ji bo ku her kesê wê bibîne neçar be qet nebe peyveke Kurdî bibêje.
Ew siyasetmedar behsa wê yekê dike ku li ser torên civakî çepiklêdana ji bo kuştina Kurdan ji aliyê beşek ji koçberên Sûriyeyî û Tirk ve metirsîdar e û dibêje:
"Nabe tu di demokrasiyê de bijî û piştgiriyê bidî binpêkirina mafên mirovan."
"Almanya bûye cihê îslamiyan"
Nivîskara Kurd Ronya Othmann ku par çûbû Sûriyeyê, dibêje, Serokê Demkî yê Sûriyeyê bi mebest navê xwe yê kevin ku "Colanî" ye bi kar tîne û bi baweriya wê serokê Sûriyeyê hêşta tundrev e.
Ronya dibêje, bi rêya torên civakî gefa kuştinê lê tê xwarin û jê re dibêjin "Siyonyîsta qehb."
Ronyayê li ser vê mijarê got: "Tiştê ku min diherifîne, ew xemsarî ye.
Divabû piştî derxistina 150 hezar Kurdan ji Helebê di serê Kanûna Paşîn de, hemûyan zanîba ku ev pêleke nû ya tundutiyê ye lê belê Almanya naxwaze wê metirsiyê bibîne."
Rêkeftina li gel "Îslamiyan"
Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîr, bi tundî rexneyan li rêkeftina vê dawiyê ya Yekîtiya Ewropa û Şer digire ku ji ber wê Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê biryara 620 milyon euro alîkarî ji bo avakirina Sûriyeyê da.
Ozdemîr dibêje: "Ewropa wêrekiyê dide Îslamiyan. Dê baca vê giran be."
Ozdemîr diyar kir hevalên wê yên Alman ji tirsa tohmetbarkirina bi "nîjadperestiya dijî Misilmanan" helwestê wernagirin.
"Me hişyarî dabû"
Serokê Civaka Kurd a Almanyayê (KGD) Ali Ertan Toprak jî got:
"Me şer bi Sedam, Qaîde, Esed, DAIŞ û Meleyên Îranê re kir. Ti carî jî me mafê mana Îsraîlê red nekiriye. Çima tevî van tiştan em bi tenê hatine hiştin?"
Toprak got, di dawiya 2024an de li Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyarî daye li ser metirsiya komkujiyê lê ji wan re gotine divê li gel Şer "bêhnfireh bin."
Ew çalakvan dibêje: "Niha ku hemû hişyariyên me rast derketin, hikûmeta Almanyayê bi sarî tevdigere."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse