Fransa: Em dest bi rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dikin lê şert hene

30-04-2025
Sinan Tunçdemir
Civîneke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî / AFP-Arşîv
Civîneke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî / AFP-Arşîv
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Fransa Sûriye Îsraîl
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot got, “Em li gel hevkarên xwe yên Ewropî amade ne ku alîkariya Sûriyeyê bikin. Her wiha Fransa dest bi rakirina mûeyîdeyan dike lê bi şert û mercan.”

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî vê carê bi taybetî li ser Rojhilata Navîn civiya.

71 welat beşdarî vê civînê bûn û Vezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot serperiştiya civînê kir.

Di civînê de Îsraîlê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê hevdû derbarê pêkhateyên Sûriyeyê sûcdar kir.

Mijar Xeze, Libnan û Sûriye bûn lê di civînê de wekî mijareke sereke Sûriye derket pêş û di civînê de Îsraîlê got ku birêvebiriya demkî ya Sûriyeyê ji bo pêkhateyên wekî Durzî, Kurd, Elewî û Xiristiyan xeter e û Sûriyeyê jî got ku Îsraîl pêkhateyan li hemberî wan bi kar tîne.

“Cihû jî polîtîkayên Îsraîlê red dikin”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî got ku ew midaxeleya derve qebûl nakin û anî zimên:

"Birêz Serok, Xiristiyan, Kurd û Elewî û her wiha Durzî û Ereb bi tevahî li hev dikin ku em dê ti midaxeleya biyanî li welatê xwe qebûl nekin û pratîkên Îsraîlê red dikin.

Ew red dikin ku di kampanyayên medyayê yên Îsraîlê de werin bikaranîn ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin û wê çalak û bêîstiqrar bihêlin.

Heta Cihûyên Sûriyeyê yên ku me bi berdewamî hevdîtin bi wan re kirine, plan û polîtîkayên wiha red dikin."

Îsraîlê jî li hemberî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê, got ku bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û bi taybetî jî kesên ku ji bo pozîsyonên girîng hatine tayînkirin ji bo dewletên cîran û pêkhateyan xeter in.

Alîkarê Nûnerê Îsraîl yê Neteweyên Yekbûyî Jonathan Miller diyar kir ku ev kes bi komên cîhadîst re têkildar in û xwe lê berda:

"Komên radîkal ku hinek ji wan bi torên terorîst ên cîhanî yên herî hovane ve girêdayî ne, xak û nifûsan kontrol dikin, wekî ku pir caran di demên rûxînê de bûye.

Pêkhateyên herî lawaz ên Sûriyeyê ji hundir ve koçber bûne.

Civakên Sûriyeyê yên olî û etnîkî bê parastin dimînin, civakên wekî Xiristiyan, Durzî, Kurd, Êzîdî hemû di navbera dewleteke rûxiyayî û milîsên gerok de asê mane.

Wekî din, em nikarin pirsgirêkên ku dibin sedema aloziya berdewam li Sûriyeyê piştguh bikin.

Li wir hinek kesên ku berê di paşxaneyên xwe de cîhadîst bûn ji bo pozîsyonên sereke hatine tayînkirin û ew ji hikûmeta demkî û komên çekdar ên girêdayî wan in.

Ev kesên ku gelek ji wan berê bi rêxistinên terorîst ên wekî El Qaîde, DAIŞ û El Nûsrayê ve girêdayî bûn, niha fermandariya binesaziya leşkerî dikin ku dikare bibe sedema xirabkirina aramiya herêmê û gefê li ewlehiya dewletên cîranan bike, di nav de Îsraîl jî."

Li rexê din, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot got ku ew bi hevkarên xwe yên Ewropî re amade ne ku mûeyîdeyên li ser Sûriyeyê bi şert û mercan rakin û berdewam kir:

"Em li gel hevkarên xwe yên Ewropî amade ne ku alîkariya Sûriyeyê bikin.

Her wiha Fransa dest bi rakirina mûeyîdeyan dike lê bi şert û mercan.

Divê rêz li pêvajoya veguhastinê were girtin û were parastin, her wiha divê hemû mafên mêr û jinên Sûriyeyî bêyî ku girêdana wan a etnîkî, olî an zayendî be werin parastin.

Divê têkoşîna bibandor û bibiryar a li dijî terorê jî were şopandin û ez ê vê yekê careke din ji podyuma Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re bibêjim, divê sûcên hovane yên ku ji hêla rejîma Beşar Esed ve hatine kirin neyên jibîrkirin."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Antonio Guterres bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re civînek li dar xist û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Antonio Guterres got ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re behsa girîngiya parastina mafên pêkhateyan û avakirina aştiyane ya dewleteke serbixwe û demokratîk kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst