Almanya: Em dê ti welatê NATOyê bi tenê nehêlin

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya NATO Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê ragihand ku ew dê ti welatên endamê NATOyê bi tenê nehêlin ku Rûsya gefan li wan dixwe.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul doh di civîneke rojnamegeriyê ya li gel hevtayên xwe yên Polonyayî û Fransayî de got:

"Rûsya dixwaze me biceribîne û di nav me de aloziyê derxe.

Ev yek metirsîdar e û divê bi awayekî zelal û yekgirtî bersiv were dayîn."

Wadephul her wiha da zanîn ku hevpeymaniya NATOyê dê her bosteke axa hevpeymaniyê biparêze û ew dê ti endaman tenê nehêlin.

Ji destpêka îlonê ve, welatên wekî Polonya, Romanya, Estonya û Danîmarkayê, Rûsyayê bi binpêkirina qada xwe ya asmanî tohmetbar dikin lê Moskow jî wan tohmetan red dike.

Wezîrê Derve yê Almanyayê berî ku ji Polonyayê biçe jî  got, "Em bi hev re ne, aram in û em rê nadin ku em bikevin nava aloziyên zêde."

Divê were gotin ku Brîtanya, Almanya û Fransa ragihandiye ku wan ji bo bihêzkirina nobedariya asmanî ya li rojhilatê yê NATOyê plana şandina balafirên zêdetir heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst