Hewlêr (Rûdaw) - Pisporan ragihand ku sala 2025an wekî yek ji sê salên herî germ ên dîrokê hatiye qedykirin û cîhan rûbirûyî pêleke xeternak a germê û bûyerên hewayî yên tund bûye.
Pispor hişyariyê didin ku dem ji bo sînordarkirina germbûna gerdûnî ber bi xelasbûnê ve diçe.
Li gorî daneyan, bilindbûna navgîna pileya germahiya erdê bi 1,5 heta 1,8 pileyan li gorî serdema beriya şoreşa pîşesaziyê, tê wê wateyê ku bi milyonan kesên din dê rûbirûyî germahiyeke kujer bibin.
Serkirdeyên cîhanê di lûtkeya COP30yê ya li Brezîlyayê de li ser metirsiyan axivîn lê belê ji bo destjêberdana yekcarî ya ji sotemeniyên fosîlî gavên pratîk neavêtin.
Sala 2025an ji germahiya xedar a başûrê Ewropayê bigire heta tofanên bihêz ên Çînê û lehiyên Endonezyayê ku bûn sedema wêrankirina çend herêman, tijî karesat bû.
Pispor dibêjin, ev diyardeyên tund ên av û hewayê êdî ne kêmpeyda ne û berhemê destê mirovan in.
Pispora Avhewayê Friederike Ottoyê got:
"Saleke gelekî germ bû, dibe ku wekî duyemîn sala herî germ a di dîroka qeydkirî de were destnîşankirin, ev jî ji ber berdewamiya me ya di şewitandina sotemeniyên fosîlî de ye."
Berdewamiya germê û hişkesaliyê bû sedema derketina agir di daristanên başûrê Ewropayê de, vê yekê jî tîmên vemirandina agir û xelkê sivîl xistin nav şerekî li dijî pêtên agir.
Pêlên germê dibin bûyerên asayî
Lêkolîner dibêjin, pêlên germahiyê yên sala 2025an di asta cîhanê de ji bûyerên herî kujer ên hawirdorê bûn ku ji ber guherîna keş û hewayê egera rûdana wan zêdetir bûye.
Friederike Ottoyê her wiha got, "Ew pêlên germê yên ku me îsal dîtin, di keş û hewaya me ya îroyîn de bûyerên asayî ne lê heke ji ber destwerdana mirovan û guherîna av û hewayê nebiya, rûdana wan ne gengaz bû."
Tevî van hişyariyan, sotemeniyên fosîlî hîna jî wekî navend û bingeha pergala enerjiya cîhanî tên dîtin.
Li gorî lêkolîna herî nû ya saziya zanistî ya Lancet a Brîtanî, di salên 2020 û 2021an de, salane 546 hezar kesan ji ber germê û encamên wê canê xwe ji dest daye.
Her wiha germahiyê di sala 2024an de, 1,1 trîlyon dolar zerar gihandiye dahata cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse