Moskow (Rûdaw) - Rûsya hêvî hene ku gazê bikin givaşek li ser welatên rojavayî ku her bi xwe dorpêçên sepandine, binpê jî bikin. Dîplomatekî Rûsyayê dibêje, welatên rojavayê bi temamî dorpêç xistine ser banka wan a navendî, lê ew welat dema gazê dikirin, divê pereyên rûble bidin.
Berdevkê Kremlînê ragihand ku Rûsya hêj nizane ew dê çawa tevbigre, eger Ewropa red bike ku dirav a gaza siruştî ya Rûsyayê bi Rûbleyan bide.
Hefteya borî Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, weke bersiva cezayên Yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê, bîryar da ku gaza Rûsyayê bo 48 dewletên ne dost, bi Rûbleyê bê firotin.
Derbarê vê mijarê de dîplomat û balyozê berê Nîkolay Plotoşkîn dibêje: “Dewletên rojava hemû miameleyên li gel Banka Navendî ya me qedexe kiriye. Niha em hewl didin wan neçar bikin ku vê arîşeyê çareser bikin. Divê niha ew, li Banka Navendî ya me rûbleyan bikirin. An ku dorpêça cezayên xwe binpê bikin. Niha du riyên wan heye; yan cezayê ser Banka Navendî rakin; yan jî gazê nakirrin.”
Pisporên enerjiyê amaje dikin, mafê Ewropayê heye ku daxwazên Rûsyayê red bike, lewre guhertina mercên girêbestê, tê wateya binpêkirina girêbestê.
Serokê beşa enerjiyê ya Enstîtûya Wize û Darayî Aleksey Gromov jî got: “Li gorî qanûnên Rûsyayê derbasbûna bi rûbleyan, Sedema Mecbûrî nîne ji bo Ewropiyan. Lewma jî kompanyayên Ewropî, ku gaza Rûsyayê dikirin, dikarin guhertina mercên girêbestê ji aliya Gazpromê ve weke binpêkirina girêbestê binirxînin. Ew dikarin van guhertin red bikin, an jî dest bi gotûbêjan bikin. Ji xwe gotûbêj ji me re dest dide.”
Piştî biryara Putîn li ser firotina gazê bi dirava Rûsî, nirxa Rûbleyê beramber dolar û ewroyê kêm be jî, berztir bû. Lêbelê bi nêrîna pisporan, ew berzbûn demkî ye.
Serokê Enstîtûya Wize û Darayî Marsel Salîhov jî got: “Piştî vê biryarê Rûble jixwe hinek berz bû. Lê ez bawer nakim ku heman faktor bibe sedema zêdetir berzbûna nirxa rûble. Eger di dahatiyê de biryar bê dayîn ku jêderên din ên enerjiyê jî bi rûble bêne firotin, dibe ku nirxa rûble dîsa berz bibe.”
Di vê naberê de lîderên Koma 7an biryar dan ku, wan dayîna dirava gaza siruştî bi Rûbleyan red dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse