Japonya jî berê xwe dide Sûriyeyê

31-08-2025
Nîşan Japonya Sûriye Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Japonya dê bi 5,5 milyon dolarî beşdarî projeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên li Sûriyeyê bibe.

Li gorî nûçeya Kyodoyê, Wezareta Karên Derve ya Japonyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku di navbera hikûmetê û Bernameya Niştecihbûna Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) de derbarê Sûriyeyê projeyek hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca projeyê ew e ku li parêzgehên Hums û Helebê ji bo başkirina şert û mercên jiyanê xebatên binesaziyê bên kirin.

 Her wisa hat gotin ku Japonya dê bi 5,5 milyon dolarî piştgiriyê bide vê projeyê.

UN-Habitatê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hem şerê navxweyî û hem jî erdhejên 6ê Sibata 2023yan zerereke mezin daye binesaziya Heleb û Humsê.

 Li gorî UN-Habitatê, bi vê projeyê armanc ew e ku piştgirî li herêmê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst