Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Amerîkayê ragihand ku ew dê di sala 2026an de, berovajî salên borî, hejmara penaberên ku dê werin wergirtin bi 7 hezar û 500î sînordar bike û hat îdiakirin ku piraniya van penaberan dê ji Afrîkaya Başûr bin.
Daxuyaniya fermî ya birêvebiriya Amerîkayê ya derbarê hejmara penaberan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ji raya giştî re hat eşkerekirin.
Li gorî vê yekê, hejmara penaberên ku dê herin Amerîkayê û di dema Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden de salane 125 hezar bû, ji bo sala 2026an tenê bi 7 hezar û 500î hat sînordarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wergirtina tenê 7 hezar û 500 penaberan li Amerîkayê di sala darayî ya 2026an de "bi fikarên mirovî hatiye hincetkirin û li gorî berjewendiyên neteweyî ye".
Li aliyê din, medyaya Amerîkayê îdia kir ku piraniya van penaberan dê ji Afrîkaya Başûr bên wergirtin û hejmareke gelekî kêm a penaberan dê ji welatên cuda bên standin.
Di dema birêvebiriya berê ya Joe Biden de hejmara penaberên ku diçûn Amerîkayê gihiştibû 125 hezarî.
Donald Trump jî di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de gotibû ku ew dê wê hejmarê bi awayekî berbiçav kêm bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse