Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj kelûpel û xwarin biha dibin.
Li bazara bajarê Edîrneyê kîloya sîran bi 250 lîreyan tê firotin ku dike nêzîkî 7 dolarên Amerîkî.
Xelk niha li wî bajarî sîran li şûna bi kîloyan bi liban dikire.
Şêniyekî Edîrneyê got:
“Em havînê dikirin û zivistanê bi kar tînin.
Min havînê bi 150-170 lîreyan kirî, niha bûye 250 lîreyên Tirkî.”
Welatiyên ku ji bo kirîna tiştan çûne bazarê gazinan ji bihabûna jiyanê dikin.
“Bi 25-30 lîreyan ji me dikirin”
Şêniyê Edîrneyê Bîlgîn Sumer jî anî ziman:
“Ez jî cotkar im lê em nikarin bi ev qasî bifiroşin.
Dema ku tê ser me, bi 25-30 lîreyan ji me dikirin, li vir bi 250 lîreyan difiroşin.”
Hejmara welatiyên ku krediya bankayan distînin û deyndarê bankayan in zêde dibe û gelek ji wan nikarin di dema xwe de deynê xwe bidin.
Mumîn Ozmenê niştecihê Edîrneyê da zanîn:
“Debara jiyanê gelekî zehmet e. Têrê nake.
Em mala xwe bi kartan bi rê ve dibin.
Li bazarê pêwîstî bi pereyên pêşin heye.
Em ji kartê dikişînin tînin bazarê, mehane jî pereyên kartê didin.
Bi vî awayî em debara xwe dikin.”
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), meha Kanûna Paşîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyon bi rêjeya ji sedî 5,03 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 42,12an.
Li gorî rapora Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) rêjeya enflasyona meha Kanûna Paşîn ji sedî 8,22 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 81,02an.
Roja duşemê lîreyê Tirkî daket û dolarekî Amerîkî bû zêdetirî 36 lîreyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse