Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê (BTC) di nava rojekê de herî kêm ji sedî 3,28 daket.
Piştî bihêzbûna dolar û pêleke tasfiyeyê ya bi qasî 1,3 milyar dolarî, Bitcoin daket biniya 104 hezar dolaran.
Li gorî amarên şirketa analîzê Coinmarketcapê, qîmetê bazara pereyên krîpto ya cîhanî di nava 24 saetan de ji sedî 4,12 kêm bû û daket 3 trilyon û 450 milyar dolarî.
Bihayê Bitcoina ku ji aliyê qîmetê bazarê ve pereyê krîpto yê herî mezin ê cîhanê ye, di nava 24 saetên dawî de zêdetirî ji sedî 3,28an daket.
Li gorî dema Kurdistanê, demjimêr 11:30î bihayê Bitcoinê 103 hezar û 923 dolar bû.
Kêmbûna qîmetê wî yê hefteyî jî ji sedî 9 bû.
Bihayê Ethereuma (ETH) ku di rêza duyem de ye jî bi qasî ji sedî 6 daket û bû 3 hezar û 494 dolar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse