Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku bihayê zêr di hefteyên dawî de rekor şikand û gram gihîşt 5,378 Lîreyên Tirkî, Pisporê Piyasayên Zêr û Pereyan Îslam Memîş hişyarî da kesên ku zêr dikirin.
Îslam Memîş ragihand ku ev bilindbûn "ne xwezayî ye" û wekî "manîpulasyoneke bihayê" bi nav kir û got, "Gelek hilberînê dê di vê pêvajoyê de zererê bibînin."
"Dê sîstem qezenc bike"
Memîş diyar kir ku divê hilberînerên zêr salên 2025 û 2026an baldar bin û got:
"Di dema pêş de yê ku qezenc dike ne hilberîner, dê sîstem be. Têgihiştineke 'zêr nakeve' hatiye avakirin, lê ev bawerî dikare sibehekê bi hejandineke mezin têk biçe."
"Modelên nû yên bacê li ser rê ne"
Pisporê navdar her wiha hişyarî da ku dê qezenc bi bacan bên hevsengkirin û got:
“Eger ew qasî qezenc hebe, sîstem jî dê ew qasî bê zehmet qezenc bike. Modelên nû yên bacê dê di nêzîk de bi awayekî eşkere werin dîtin."
"Nîzama nû ya cîhanê dê bibe şirîkê qezenca we"
Memîş destnîşan kir ku li bazarên zêr, zîv, pereyên krîpto û borsayê rewşeke bi heman rengî heye û wiha nirxand:
"Nîzama nû ya cîhanê êdî dê bibe şirîkê we. Dê bibe şirîkê qezenca we. Tiştekî bi navê qezenca bi tenê namîne."
Divê were gotin ku bihayê zêr di lûtkeyên dîrokî de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse