Hewlêr (Rûdaw) - Li Meletiyê di sezona hinartina qeysiyên hişkkirî de bi beramberî 74 hezar û 774 ton qesysiyên hişkkirî 377,4 milyon dolar dahat hat bidestxistin.
Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan derbarê sezona hinatinê ya di navbera 1ê Tebaxa 2024an-31ê Tîrmeha 2025an de civîna çapemeniyê li dar xist.
Ramazan Ozcan diyar kir ku ji ber xwisîka ziraî ya ku di 12ê Nîsanê de çêbû, di bihayê qeysiyên hişkkirî de guherînên tund çêbûn.
Ozcan bal kişand ku ji meha nîsanê û vir ve di rêjeya hinartinê de de kêmbûneke bi awayekî peryodîk heye û wiha domand:
"Lê heger em bandora xwisîka ziraî bidin ber çavan, li gorî me reqamên hinartinê baş û asayî ne.
Di sezona hinartinê ya di navbera 1ê Tebaxa 2024an-31ê Tîrmeha 2025an de me bi beramberî 74 hezar û 774 ton qeysiyên hişkkirî 377,4 milyon dolar dahat bi dest xist."
Hinartin 8 hezar ton zêde bû
Ozcan diyar kir ku di sezona çûyî de derdora 66 hezar tonî hinartin hat kirin û got:
"Me bi rastî li gorî sezona çûyî rêjeya hinartina xwe 8 hezar ton zêde kiriye.
Lêbelê ji ber kêmbûna hinartina ji nîsanê û vir ve em ji hedefa xwe ya hinartina 100 hezar tonî bi dûr ketin."
Ozcan her wiha destnîşan kir ku Tirkiye ji hinartina fêkiyên hişkkirî qedera 2 milyar dolaran dahatê bi dest dixe û derdora ji sedî 25ê vê jî ji hinartina qesysiyan pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse