Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku meha Kanûna Paşîn a 2025an bi bihayê 36 milyon û 27 hezar dolaran 7 hezar û 506 ton qeysiyên hişk hatine hinartin.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan da zanîn ku qeysiyên hişk ji parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê herî zêde ji Amerîkayê re hatine hinartin.
Remazan Ozcan diyar kir ku meha Kanûna Paşîn a 2025an bi bihayê 36 milyon û 27 hezar dolaran 7 hezar û 506 ton qeysiyên hişk hatine hinartin.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê wiha got:
“Meha Kanûna Paşîn a 2025an bi bihayê milyonek û 537 hezar dolaran, 643 ton dendikên qeysiyan jî hatine hinartin.
Me di nava 6 mehan de 50 hezar ton hinartin. Li gorî salên borî jî bipêşketineke girîng e.
Me di navbera 1ê Tebaxa 2024an û 31ê Kanûna Paşîn a 2025an de 50 hezar ton qeysiyên hişk hinartin
Ji bo em bigêhin hedefa xwe heta 31ê Tîrmehê 2025an 6 mehên me hene.
Em dixwazin 6 mehên bên 50 hezar ton hinardeyê bikin û bigihêjin hedefa 100 hezar ton hinardeyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse