MELETÎ - Ji ber sir û seqemê firotina qeysiyan kêm bû

12-06-2025
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeysî Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sir û seqema biharê firotina derve (hinarde) qeysiyên hişk ji sedî 50 daketiye.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku sir û seqema 12ê Nîsana îsal wiha kir ku qeysî kêm bibin û hinardeya meha gulanê jî li gorî  heman meha sala borî bi nêvî bûye.

Ramazan Ozcan diyar ku meha gulanê wekî dihat pêşbînîkirin hinardeya qeysiyên hişk kêm bûye û 3 hezar û 697 ton qeysî hatine hinartin ku par ev hinarde zêdeyî 6 hezar tonan bû.

Ozcan da zanîn ku di encama hinardeyê de 21 milyon û 871 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin û beşek zêde ya hinardeyê di çarçoveya lihevkirinên berê yên kompanyayan de bûye.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê her wiha got ku di nav 9-10 mehên dawî de bi giştî 70 hezar ton qeysiyên hişk hatine hinartin û ji vê jî 337 milyon dolar dahat hatiye bidestxistin.

Ji parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê herî zêde ji welatên wekî Amerîka, Fransa û Almanyayê re qeysiyên hişk tên hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst