Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Dewletî ya Firotina Petrola Îraqê (SOMO) Elî Nezar ragihand ku ji bo dîsa destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê hemû amadehî hatine kirin.
Elî Nezar diyar kir, eger kompanyayên hilberîner ên li herêmê dest bi radestkirina petrolê bikin, dê hinarde yekser dest pê bike.
Birêvebirê Giştî yê SOMOyê Elî Nezar ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re axivî û got:
“Em bi temamî amade ne ku dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bikin.
Tenê pêwîst e kompanyayên hilberîner ên li herêmê, dest bi radestkirina petrola ku hildiberînin bikin.”
Rojane 80 hezar bermîl
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî jî roja çarşemê, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku hinarde dê "îro yan sibe" ji nû ve dest pê bike û di qonaxa yekem de dê rojane 80 hezar bermîl petrol werin wergirtin.
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza Bexdayê û biryara Dadgeha Navneteweyî ya Tahkîmê ya li Parîsê, 23yê Adara 2025an hatibû rawestandin.
Hikûmeta Îraqê, ji bo dayîna mûçeyên karmendan destpêkirina hinardeya petrolê wekî merc datîne.
Îdiayên qaçaxçîtiya petrolê hatin redkirin
Birêvebirê Giştî yê SOMOyê Elî Nezar, ew îdiayên ku dibêjin petrola Îraqê bi qaçaxî tê firotin an jî bi petrola welatên cîran re tê tevlîhevkirin, bi tundî red kirin.
Elî Nezar diyar kir ku gotegotên bi vî rengî rastiyê nîşan nadin û tekez kir ku li benderên Îraqê û Herêma Kurdistanê tevgereke wisa nîne.
Elî Nezar her wiha anî ziman ku belgeyên heyî rasterast qaçaxçîtiyê îspat nakin, ew belgeyên teknîkî ne ku bi pêvajoyên darayî ve girêdayî ne û ti delîleke berbiçav a binpêkirinê di nav xwe de nahewînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse