Meaş li benda petrolê ye, petrol jî li benda peymanê ye

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan Petrola Herêma Kurdistanî Bexda SOMO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çarenivîsa meaşê meha hezîranê yê karmendên Herêma Kurdistanê bi radestkirina petrolê ve girêdayî ye.

Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê hîn li ser hûrgiliyên lêçûnan li hev nekiriye, petrol nehatiye radestkirin û Bexdayê jî meaş neşandiye.

Civîna Encumena Wezîran a Îraqê ya 10ê Tebaxê, mijara şandina meaşê karmendên Herêma Kurdistanê gotûbêj nekir.

Çavkaniyeke payebilind ê Encumena Wezîran a Îraqê ji Rûdawê re got, "Civînê zêdetirî 2 saetan berdewam kir û mijara meaş nehat behskirin.

Dibe ku ev yek ji bo dayîna derfeteke zêdetir be da ku astengiyên li pêşiya mijarê werin çareserkirin."

Astengiya sereke radestkirina petrolê ye

Li gorî agahiyan, astengiya sereke ya li pêşiya şandina meaşan, radestkirina petrolê ye.

Her çend Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 30ê Tîrmehê de biryar da ku petrolê radestî Bexdayê bike jî, heta niha petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê nehatiye hinardekirin.

Li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê, divê rojane 230 hezar bermîl petrol ji bo hinardekirinê radestî Kompanyaya Bazarkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) bê kirin û 50 hezar bermîlên din jî ji bo bikaranîna navxweyî ya Herêma Kurdistanê were terxankirin.

Lê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî, roja 6ê Tebaxê gotibû ku hilberîna rojane ya li bîrên Herêma Kurdistanê nêzîkî 130 hezar bermîl e û wan li hev kiriye ku 80 hezar bermîl ji bo hinardekirinê wergirin.

Wê çavkaniya Rûdawê ya li Bexdayê got, "Wezareta Darayî ya Federal li benda agahdarkirina Wezareta Petrolê ye ku petrola Herêma Kurdistanê hatiye radestkirin da ku hikûmet biryarê li ser şandina meaşan   bide."

Pirsgirêk di navbera Herêma Kurdistanê û kompanyayan de ye

Li gorî zanyariyan, pirsgirêka sereke di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de li ser lêçûnên hilberîn û veguhastinê ye.

Lêçûna hilberînê: Bexda ji bo her bermîleke petrola hinardeyê bi awayekî demkî 16 dolar dide lê li ser wê yekê nakokî heye ka gelo ev 16 dolar ji bo petrola bikaranîna navxwe jî dê sabit be yan li gorî kalîteya petrolê biguhere.

Lêçûna veguhastinê: Hinek qadên petrolê 200 heta 300 kîlometreyan ji boriya hinardeyê dûr in û petrol bi tankeran tê veguhastin lê hîn ne diyar e dê lêçûna vê veguhastinê çawa were hesabkirin.

Pêşeroja girêbestan: Paşeroja girêbestên petrolê û awayê diyarkirina lêçûnên rastîn ji aliyê kompanyayeke şêwirmend ve mijarên din ên nakok in.

Berpirsê yek ji kompanyayên petrolê ji Rûdawê re got, "Gotûbêj ji bo çareserkirina van mijaran û paşê jî radestkirina petrolê berdewam dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst