Hewlêr (Rûdaw) - Petrolê Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê ji ya Besrayê erzantir e, ev yek jî peymana ji bo Bexdayê girîngtir dike.
Niha Kompanyaya Petrolê ya Bakur ji bo destpêkirina hinardekirinê tenê li benda "telefoneke navxweyî" ye.
Kompanyaya Petrolê ya Bakur ragihand ku ew ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi temamî amade ne û tenê li benda "telefonekê" ne.
Ev yek piştî peymana sêalî ya di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de tê ku di 22ê Îlonê de ji bo hinardekirina rojane 230 hezar bermîl petrol hatibû îmzekirin.
Çavkaniyeke payebilind ji Kompanyaya Petrolê ya Bakur ji Rûdawê re got, "Me ji bo hinardekirinê hemû amadehî kirine.
Stasyona ser xeta 46an a li rojavayê Zaxoyê hatiye aktîfkirin û karmendên me ji bo jimartina bermîlên petrolê li wir in."
Li gorî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, tê payîn ku hinardekirin di nav 48 saetan de, ango roja şemiyê 27ê Îlonê saet 06:00ê sibehê dest pê bike.
Sedemên peymanê
Yek ji sedemên sereke yên razîbûna kompanyayan ew bû ku li şûna 16 dolarên lêçûnê, ew dê bi bihayê wê rojê petrolê wergirin.
Hinardekirina petrolê ji Adara 2023yan ve hatibû rawestandin.
Ev peyman ji bo Îraqê jî girîng e. Pisporê petrolê Dr. Rewend Şêrwanî ji Rûdawê re got, "Veguhastina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê, li gorî petrola Îraqê ya bi rêya Besrayê, ji sedî 30 erzantir e û hefteyekê zûtir digihîje."
Ji bilî vê, piştî ku OPECê biryara kêmkirina bi dilxwazî rakir, para Îraqê ya hinardekirinê rojane 200 hezar bermîl zêde bûye.
Îraq niha rojane di navbera 3,3 û 3,4 milyon bermîl petrolê hinarde dike, di demekê de ku di yasaya budceyê de ev hejmar 3,5 milyon bermîl e.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh ev peyman wekî "dîrokî" bi nav kiribû û gotibû, "Ev 18 sal bûn em li benda vê destkeftê bûn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse